19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Geverê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” dest pê kir. Pîrozbahî li stada Yenîşehîrê tê lidarxistin. Hatina gelê Geverê ya qadê didome. Demek dirêj welatî li nokteyên polîsan hatin rawestandin û li ber barîkatên polîsan govend gerandin û pişt re ket qadê. Tevî hewaya sar jî gel Geverê li qadê kom bûye û govendê digerîne. Kelecana Newrozê hêjayî dîtinê ye û welatî dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” berz dikin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî, Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari yê qeyûm danîne şûna wî û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel dê di pîrozbahiyê de biaxivin.

Dê hunermend Rûken Yilmaz, Kadîr Çat û Grûp Îysan Ateşî jî derkevin ser dikê û bistrin.