17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Nisêbîne bi ruhê serhildanê Newroz pîroz kir

Pîrozbahiya Newrozê ya Nisêbînê di saetên serê sibehê de dest pê kir. Jin û ciwanên beşdarî pîrozbahiyê bûn, bi cil û bergên gelêrî reng dan qada Newrozê.

Komîteya Amedekar a Newrozê ya Nisêbînê bi dirûşmeya “Dem Dema Serkeftinê ye” li qada Newerozê ya Nisêbînê şahî li dar xist. Malbata Rahşan Demîrel a ku li Kadîfe Kale ya Îzmîrê xwe kir Newroz, malbata Garîbe Gezer a di girtîgeha Kandrayê de hat qetilkirin, parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Pero Dundar, nûnerên TJA’yê û rêxistina DBP’ê beşdarî mîtîngê bûn.

Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Agirê Newrozê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” hate pêxistin. Bername bi axaftinan dest pê kir. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku li çar parçeyê Kurdistanê agirê tifaqê geş dikin û wiha axivî: “Me ne astengiya wan, ne berf ne baran ne jî serma nas kir. Ne qirkirina di sala 1992’yan a li Nisêbînê kirine bû astenga pîrozkirina Newrozê, ne jî polîtîkayên îro didin meşandin bû asteng. Nisêbîn di 92’yan de dîrok nivîsî îro cardin bi girse û dengê xwe re dîrok dinivîsin. Bila her kes bibe şahidê we û girseya ku we ava kiriye. Qad tê ra me nakin. Yên ku vê girseyê û daxwazên ku gel li vir tînin ziman nabînin dijminê kurdan e. Em li dijî wan dijminan dibêjin îro dem dema serkeftinê ye. Agirê Newerozê bi sê kibrîtan li Girtîgeha Amedê hate pêxistin û bi Rahşan Demîrelan jî geş bû. Em ji vir carek din dengê xwe digihînin Mazlûman, Rahşan û Garîbeyan, em ê nehêlin agirê we vemire. Em ê bi têkoşînê mezin bikin û Newroza we bê mirin bikin.”

‘Azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd e’

Ebru Gunay destnîşan kir ku gelê kurd azadiyê dixwaze û wiha got:”Herî zêde hûn bûn şahidê parçebûnê. We tank û top dîtin, we dîwarê xistine navbera me dîtin. Em di vê rojê de cardin soza xwe nû dikin. Ew ê nikaribin me parçe bikin. Soz be em ê li dijî Dehakan bi ser bikevin. Hemû îktidarên ku dijminatiya kurdan kirine bin ketin û îro îktidara AKP’ê jî mehkûmê binketinê ye. Wê gelê me bi ser bikeve. Pêwîst e li qada Newrozê were temaşekirin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gav werin avêtin. Yên ku li dijî vê tev digerin di tecrîd û dijminatiya kurdan de bi israr in. Gelê kurd azadiyê dixwaze, gelê kurd bê deng namîne. Helwesta me ya HDP’ê jî eşkere ye. Berê me li Newroza 2013’an e, berê me li daxwaza gelê kurd e. Çareserî Birêz Abdullah Ocalan e. Çareserî azadiya Birêz Abdullah Ocalan e. Yên ku bi Birêz Abdullah Ocalan re li ser maseyê rûnenên û pê re hevdîtinan nekin dijminatiya kurdan dikin. Ji ber ku çareserî tenê ew e.”

Herî dawî jî hunermendên bi navê Mikaîl Aslan, Murat Demîr û Koma Sorjiyan li ser dikê stran gotin.