spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest

Bi deh hezaran welatiyên Wêranşarê beşdarî pîrozbahiya Newroza Vêranşarê bûn û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, di pîrozbahiyê de axivî û got: “Niha dem dema azadiya Ocalan e.”

Li navçeya Wêranşarê bi deh hezaran welatî bi şiyara “Dem dema serkeftinê ye” li qada Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Gelê Wêranşarê ji 7 salî heta 70 salî di saetên serê sibehê de hatin li Qada Mazatê kom bûn û agirê Newrozê geş kirin. Wêranşariyên ku çil û bergên neteweyî li xwe kirin, piştî barîkatên polîsan derbas kirin, li qadê kom bûn û govend gerandin. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Nusrettin Maçin jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Newrozê bi pêxistina agir û rêzgirtinê dest pê kir. Agirê Newrozê ji aliyê dayikên aştiyê ve hat pêxistin. Dema dayikan agirê Newrozê hilkir, girseyê bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir.

Di rêzgirtinê de bi deh hezaran bi yek dengî sirûda Çerxa Şoreşê xwendin. Dema Serokê Komîteya Amadekar û rêveberên HDP’ê gel slavkirin, girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” û “Ciwan fedaiyên Apoyî ne” berz kirin. Piştî silavkirinê hunermend Şîlan Dora, konser da.

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Rihayê Çigdem Karakeçîlî derket dikê û Emîne Şenyaşar ku 378 roj in Nobeda Edaletê digire silav kir.

Surucu: Dem dema azadiya Ocalan e

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu anî ziman ku dixwazin HDP’ê bigirin, lê gel li qadên Newrozê bersîvê dide wan û wiha got: “Dixwazin rê li pêş siyaseta demokratîk bigirin. Lê bi milyonan gelê kurd daketin qadan û bersîv dan wan. HDP gel e. Bêedaletî her ku diçe zêde dibe. Em ji bo girtiyên nexweş azadiyê dixwazin. Hevserokatî kirin hedefa xwe. Pergala hevserokatiyê xeta meya xemrî ye. Îro li her derê Tirkiyeyê tecrîd heye. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan xistin meriyetê îro li her derê Tirkiyeyê belav bûye. Ji bo qeyran bi dawî bibe divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Muxatabê gelê kurd Birêz Ocalan e. Muxatabê çareseriyê Îmraliyê ye. Niha dem dema  azadiya Ocalan e.” Dema Surucu axivî girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kir.

Pîrozbahî bi konsera Cemil Koçgir û govendê didome.