4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Sêrtê di Newroza de xwest deriyên Îmraliyê vebe

Li Sertê Newroza “Dem dema serkeftinê ye” bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat pîrozkirin.

Li Sêrtê gel serê sibê ji malên xwe derketin û berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn.  Li qada pîrozbahiyê alên HDP’ê hatin daliqandin û jin, zarok, ciwan û pîr û kal bi cilên xwe yên herêmî û bi rengê kesk, sor û zer tevlî pîrozbahiyê bûn.  Rêveberên HDP, DBP, TJA, Dayikên Aştiyê û rêxistinên civakî jî li qadê amade bûn.

Newroza Sêrtê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest pê kir. Komîteya Amedekar a Newrozê derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir.

Li ser navê Dayikên Aştiyê Taybet Tekîn axivî û wiha got: “Em Newroza her kesî pîroz dikin. Em hevî dikin ku Newroz bibe wesîleya aştî û çareseriyê.

Piştre Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş axivî û bal kişand ser destkeftiyên kurdan û got: “Em ê bi hev re bi teqes bi ser kevin. Em her tim mafdar bûn. em mezin dibin ew biçûk dibin. Hebûna we hêzê û hêviyê dide me.” Bestaş, anî ziman ku ev Newroz di serî de Newroza Kemal Kûrkut ê ku li Amedê hat qetilkirin e û wiha got: “Tehamula dewletê ya gel tune. Li avahiya HDP’ê ya Îzmirê Deniz Poyraz qetil kirin. Êdî zilma gelê kurd ya li dijî zilmê tune ye. Newroz li dijî hemû zilmê serî hildan e.

Daxwazên me yên Newroza 2012’an didome. Di Newroza 2013’an de li Amedê nameya Birêz Abdullah Ocalan hat xwendin. Bi milyonan mirovan daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman. Lê dewletê di sala 2015’an de biryara şer girtin û pêvajo xera kir. Lê gelê kurd dest ji biryar û daxwazên xwe yên aştî, azadî û çareseriyê bernade. Em ê bi hevre teqez bi ser bikevin. Bi biryara şer re tecrîd pêş xistin. Çima Birêz Ocalan nikare bi malbat, parêzer û heyetên siyasî re biaxive. Ji ber ku Birêz Ocalan aştiyê dixwaze. Eger Birêz Ocalan biaxive dê aştî bê. Bila deriyê Îmraliyê vebin û aştî bê. Bihar bê.”

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.