2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Bêdlisê li dijî nelirêtiyan daket kolanê

Gelê Bêdlisê li dijî nerêtiyan bertekên xwe anî ziman. Piştî xwestin 2 hezar û 18 dengan ji nûve bijmêrin, gel li ber deriyê YSK’ê kom bûn. Lê polîsan çûniya gel a ber YSK’ê asteng dike.

Li navenda Bêdlisê bi sedan polîs û leşker di hilbijartina 31’ê adarê de çûn ser sindoqan û deng avêtin sindoqan. Di encamê de AKP’ê 8 hezar û 900 deng, DEM Partiyê jî 8 hezar û 702 deng stend. Tevî polîs û leşkerên ku hilbijêrên gerok in jî AKP bi 188 dengan derket pêş. Lê 2 hezar û 18 deng jî hatin betalkirin.

Piştî 2 hezar û 18 deng ji nûve hatin jimartin, endam û rêveberên DEM Partiyê jî xwestin biçin ber avahiya YSK’ê. Lê polîsan avahiya YSK’ê dorpêç kir û destûr nadin ku endam û rêveberên DEM partiyê biçin avahiya YSK’ê. Polîsan xaza îsotê avêt welatiyan û di navbera polîs û welatiyan de alozî û pevçûn derket.