3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her zarokek û darek

Rêxistina Stêrk, bi boneya zarok xwezayê nas bikin û xwezayê biparêzin bi zarokan re daran diçînin. Rêxistina Stêrk 100 dar li 100 zarokan belav bike û her zarokek dê li hewşa xwe darekê biçîne.

Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya 4’ê Nîsanê de dar li zarokan belav kir û dest bi çandina daran kirin. Bi vê yekê armanc dikin ku zarok xwezayê nas bikin û xwezayê biparêzin.

Rêvebera Rêxistina Stêrk Jûlîa Xelo diyar kir ku bi boneya hatina biharê ew dixwazin hezkirina zarokan a ji bo xwezayê zêde bibe. Rêvebera Rêxistina Stêrk Jûlîa Xalo anî ziman ku ew 4 sal in ji bo 4’ê nîsanê çalakiyan li dar dixin û daran diçînin û wiha got “Em bi vê çalakiyê dixwazin zarok ji temenê biçûk ve ekolojiyê nas bikin û bi ekolojiye re eleqeder bibin. Hem bi xwezayê re zindî bibin û hem eleqeya wan a li hemberî parastina xwezayê xurt bibe.

Jûlîa Xelo da zanîn ku ew hewl didin van daran ji bo zarokan biçînin û bi destê zarokan biçînin ku zarok bêtir li van daran xwedî derkevin û wiha berdewam kir: “Me 2 roj berê li gundê Şidê 100 dar çandin. Em wekî Rêxistina Stêrk û Desteya Ekolojiyê ya Herêma Cizîrê bi hevre çandina daran organize dikin. Me ji Desteya Ekolojiyê 200 dar girtine. Me 100 dar li gundê Şidê çandin, em ê 100 darên din jî di 4’ê Nîsanê de biçînin.”

Xelo bilêv kir ku komînên wan ên zarokan hene û wiha axivî. “Ev komîn bi mafê zarokan ê perwerde, tenduristî û parastinê eleqeder dibin. Ev komîmên me dê 100 daran li zarokan belav bikin. Dê her zarokek darekê bigire û di hewşa xwe de biçîne. Dema zarok bi xwe li hewşa xwe darê biçîne dê li darê xwedî derkeve. Dema ev dar zindî bibe û team bide, zarok dê bêtir wê biparêze. Em dixwazin dema sibê ev zarok mezin bû, bi hezkirina parastina daran û derdorê mezin bibe.”

Jûlîa Xelo da zanîn ku ew li ser girîngî û wateya vê rojê perwerde û semineran didin û wiha pêde çû: “Bi taybetî piştî 4’ê nîsanê çi hat guhertin. Ronahiyek li cîhanê belav bû.  Rojek nû ye. ”

Xelo anî ziman ku ji bo zarokên astengdar jî xebatêm wan hene û got: “Em û rêxistina NÛDEM ji bo zarokên astengdar di 3’ê Nîsanê de bernameyekê amade dikin. Em wekî şahiyekê ji bo zarokan amade dikin. Armanca van çalakiyan ewe ku em dixwazin têkiliya zarokan û xwezayê xurt bibe. Xwedîderketina zarokan a xwezayê zêde bikin.”