13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê cîhanê Rêber Apo dixwîne

Rojnamevan Sefkan Kabonê diyar kir ku gelê cîhanê fikrên Ocalan ji bo xwe wekî ronahî û çareserî dîbîne û got: “Rêber Ocalan êdî bûye aîdî cîhanê û rêberê Cîhanê. Îro gelên cîhanê fikrên Ocalan dixwînin.”

 Dostên gelê kurd pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan dest pê kir, di hefteya mafên mirovan de bi xwendina pirtûkên Rêber Ocalan berdewam dike. Gelê Cîhanê bi xwendina pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li fikr û paradîgmaya Modernîteya Demokratîk xwedî derdikevin. Rojnamevan Sefkan Kobanê têkildarî pêngavê pirsên Rojnameya me bersivandin. Pirs û bersivên me wiha ne:

Hûn vê hamleya ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan dest pê kir, çawa şirove dikin. Armanca hamleyê çi ye? Hûn dikarin piçekî qala armanca pêngavê bikin. Abdullah Ocalan ji bo cîhanê çima girîng e?

Di 10’ê Cotmehê de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ji aliyê dostên kurdan ve li 74 navendan pêngava azadiya Rêbertiyê hat destpêkirin. Ev hamle nû bû. Pir bi berfihehî dest pê kir. Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 33 meh in agahi nayê girtin. 25 sal in dîl hatiye girtin. Dikeve sala 26’an. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd aktorekî sereke ye. Ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, ji bo hemû pirsgirêkên civakê, gelê kurd, tirk û hemû cîhanê, siyasetmedar, fîlozof, dîroknas, civaknas, aktor û rêberekî pir mezin e. Pirsgirêka kurd 100 sal in bi politîkayên înkar û îmhayê re rû bi rû maye. Ji Peymana Lozanê heta niha 100 sal in hewl dan pirsgirêka kurd bi polîtîkayên înkar û îmhayê ji hoê rakin. Bi rêbazên tunekirin, kuştin îmhayê xwestin çareser bikin. Meseleya kurd ne tenê li bakurê Kurdistanê, li Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr li çar parçeyan wekî pirsgirêk hatiye dîtin. Neteweyên van çar parçeyan hebûna kurdan ji bo xwe pirsgirêk dîtiye. Di serdema şerê cîhanê yê yekemîn de nakokiyên gelê kurd û ereb mezin kirine û ji bo xwe wekî amûr bikar anîne. Li ser nakokiyên kurd û ereban, kurd û tirkan polîtîka şer pêş xistine.

Gelê kurd îro bi paradîgmaya Abdullah Ucalan hatiye asteke ku pêşengiyê ji gelan re bike, hûn vê yekç çawa dinirxînin?

Îro netewe dewlet ji bo xwe ji qeyrana heyî rizgar bike, çareseriyê di mezinkirina nakokiyan de dibine. Li dijî van polîtîkiyên di 10’ê Cotmehê de dostên kurdan li 74 navendan pêngava azadiyê dan destpêkirin. Çareserî çi ye? Çareserî, naskirina pirsgirêka kurd e. Naskirina Statuya gelê kurd û azadiya gelê kurd e. Piştî têkoşîna tevgera azadiyê ya 50 salan, gelê kurd êdî li cîhanê tê naskirin. Bi têkoşîna Rêber Apo û felsefeya Rêber Apo êdî kes nikare gelê kurd înkar bike. Êdî kes nikare rastiya kurdan a di dîrokê de, nasname, ziman û çanda wan înkar bike. Piştî Rêber Ocalan dîl hat girtin dem bi dem hevdîtin pêre hatin kirin. Di van hevdîtinan de her dem Rêber Ocalan fikrên xwe yên ji bo azadî û çareseriyê parve kirin. Rêber Apo ji sala 1993’an heta niha ji bo aştî û çareseriya demokratîk dem bi dem rêbazên çareseriyê pêş xist. Her tim xwest pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin. Niha jî ji bo vê yekê ji aliyê gelê kurd û dostên kurdan têkoşînek bêhempa hatiye destpêkirin. Dostê kurdan li cîhanê berfireh bûne. Ev pêngav ji aliyê dostên kurdan li 74 navendan û 100 cihan ji bo azadiya gelê kurd û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi awayekî kurewî û gerdûnî dest pê kir. Li gelek navendan daxuyanî hat dayîn. Li Asyaya Navîn li Hîndistanê, li hemû welatên cîhanê gelên ji bo azadiyê têdikoşin tev li pêngavê bûn û piştgirî dan pêngavê. Nûner û rêxistinên ekolojî, mafên mirovan, femînîst, rêxistinên jinan û gelek sazî û rêxistinên civakî tev li vê hamleyê bûn û piştgirî dan hamleyê. Hemû kesên enternasyonalîst ku tev li pêngavê bûn ji Rêber Apo re azadiyê dixwazin. Ev pêngav ji bo azadiya Rêber Apo û gelê cîhanê pêngavek gelek mezin e. Ev nîşan dide ku pirsgirêka kurd êdî kurewî û cîhanî ye. Em dibînin ku xwedîderketin jî êdî kurewî û cîhanî ye. Îro li cîhanê şerê cîhanê yê sêyemîn didome. Li Rojhilata Navîn qeyran heye. Li Tirkiyeyê qeyranek pir mezin heye. Ji bo çareseriya van qeyranan azadiya Rêber Ocalan pir girîng e. Ji bo vê yekê hamleya azadiya Rêber Ocalan pir girîng e. Dostên kurdan dest bi vê hamleyê kir. Kurdan jî gav bi gav ji saziyên xwe dest pê kir. Li Bakur, Başûr, Rojava û Ewropa tev li vê pêngavê bûn û mezin dikin. Kurd û dostên kurdan bi awayekî pir mezin tev li vê hamleyê bûn. Ev pêngava nû ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û tecrîdê gelek girîng e. Ev pêngav li dijî înkar û îmhayê, li dijî şer û talankirinê pir girîng e. Ev hamleyek gerdûnî û mezin e.

Xwedîderketina gelê cîhanê ya li azadiya Rêber Ocalan tê çi wateyê?

Xwedîderketina gelên cîhanê û kesên enternasyonal nîşan dide ku pirsgirêka gelê kurd bûye pirsgirêkek gerdûnî. Şerê li cîhanê, qeyrana modernîteya kapîtalîst ku cîhan dorpêç kiriye sedema xwe ji nîjadperestî, olperestî, zayendperestiyê digire. Ev hemû nexweşiyên modernîteya kapîtalîst şer, kuştin û talankirinê pêş dixe. Di bin van sedeman de jî neçareseriya pirsgirêka gelê kurd heye.

Modernîteya demokratîk ji bo gelan tê çi wateyê û ji hêla gelan ve çawa tê pêşwazîkirin?

Pergal ji bo hebûna xwe berdewam bike îro li Ukrayna, Rûsya dest bi şer kir û li gelek deverên cîhanê şer belav dike û kûr dike. Îro em dibînin ku şer li Filistîn û Îsraîlê jî belav bûye. Ev nîşan dide ku nîjadperestî netewperestiyek hişk e. Lê li dijî şer, talankirin, wêrankirin û tunekirinê, li dijî moternîteya kapîtalîst, modelek nû heye. Modela çareseriyê paradigmaya Rêber Apo pêş xistiye. Model modernîteya demokratîk e. Modela konfederalîzma demokratîk e. Rêber Apo çareseriyê di modernîteya demokratik û neteweya demokratîk de dibine. Li ser vê pergalê rêbazên çareseriyê pêş xistiye. Qeyrana ekolojiyê ku li cîhanê mezin dibe dê çawa bê çareserkirin, li dijî endustriyalîzmê çareserî çi ye ev di modelê de vegotiye. Bi vê modelê li ser pergala aboriya demokratîk, rêveberiya demokratîk û pergala demokratîk rawestiya ye. Disa bi vê modele li ser pergala civaka sincî û polîtîk rawestiya ye. Di vê modela modernîteya demokratîk de li ser pirsgirêka gerdûnî pirsgirêka jinê rawestiya ye.

Çareseriya gerdûnî di çareseriya azadiya jinê de dibine. Hêj mafê jinê tê binpêkirin û azadiya jinê tê binpêkirin. Ji ber vê yekê îro ev pêngav di pêşengiya jinê de bi awayekî  komînal pêş dikeve. Ev model, ji bo çareseriya pirsgirêka jin, azadiya jinê modelek nû ye. Gelê cîhanê hemû dibînin ku ev model êdî çareseriyê pêş dixe. Aştî, demokrasî û edaletê pêş dixe. Rêber Apo van hemûyan di paradigma û parêznameya xwe de vegotiye. Ji ber ku hemû gelê cîhanê vê fikr û felsefeyê rast dibînin û çareserî dibînin, Rêber Ocalan wekî rêberê xwe dibînin.

Çima gelên cîhanê xwedî li Abdullah Ocalan derdikeve?

Îro em vê yekê li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku gelê ereb û suryan Rêber Apo wekî rêberê xwe qebûl dikin. Ne tenê Rêberê gelê kurd e. Rêberê gelên Rojhilata Navîn e. Ew Rêberê mirovahiyê ye. Di sedsala 21’an de gelê Rojhilat ji bo xwe hevî dibînin. Ji ber vê yekê şoreşa gelan û şoreşa jinê pêş dikeve. Gelên Rojhilat wekî rêberê xwe qebûl dike.

Di hefteya dawî de pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên xwendin. Hûn vê xebatê çawa dibînin. Xwedîderketinek çawa heye?

Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê wekî Hefteya Xwendina pirtûkên Rêber Apo hat îlankirin. Di vê hefteya mafên mirovan de pirtûkên Rêber Apo li 140 navendan pirtûkên Rêber Apo tên xwendin. Siyasetmedar, rewşenbîr, akademisyen  nivîskar û pêşengên civakê tev li xwendina pirtûkên Rêber Ocalan dibin. Gelê cîhanê fikrên Ocalan ji bo xwe wekî ronahî û rêber dibîne. Wekî fikrên fîlozofik û pêşengtiyê dibîne. Xwendina fikr û pirtûkên Ocalan ên li cîhanê tê wateya xwedîderketina rêya nû ya modernîteya demokratîk. Îro li cîhanê qeyrana sincî kûr bûye. Qeyrana polîtîk, sincî û civakî pir mezin bûye. Li dijî vê qeyrana pêdivî bi şoreşa sincî û polîtîk heye. Pêdivî bi şoreşa zîhnî û ramanê heye. Rêber Apo çareseriya van qeyranan tevan di pirtûkên xwe de vedibêje. Ji ber vê yekê gelê cîhanê jî li pirtûk û fikrên Rêber Ocalan xwedî derdikevin. Ev xwedîderketina gelê cîhanê nîşan dide ku çiqas Rêber Ocalan di zindana Îmraliyê de bi awayekî bedene tecrîd bikin jî ne pêkan e di aliyê fikr û ramanê de wî tecrîd bikin. Cîhan fikrên Rêber Apo dixwîne. Fikrên Rêber Apo çiqas bên xwendin û belavkirin, azadiya Rêber Apo ya fîzîkî jî ew qas pêkan dibe.

Xebatên pêngavê dê heta kengî bidome?

Ev xebatên heyî dê heta azadiya fizîkî ya Serokatî û çareserkirina pirsgirêka kurd çareser bibe dê berdewam bikin. Ji ber ku armanc azadikirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e pêngava ku hatiye destpêkirin jî pêngaveke berfireh e. Gelê kurd û dostên xwe bi biryar tev li vê pêngavê dibin. Niha jî weki kampaniyekê dane pêşiya xwe ku di nava 2 mehan de sed hezar kart postal bên amadekirin ji bo ji rêber Ocalan re werin şandin. Dê ev kampaniya heta 15’ê sibatê berdewam bike û gelê kurd û dostên xwe tev li vê kampaniyayê bibin. Bi tevlêbûna vê kampanyayê rojeveke nû dide destpêkirin. Her wiha di 17’ê sibatê de dê çalakiyeke mezin li Almanya li bajarê Kolnê  were lidarxistin. Di vê çalakiyê de dê daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd û banga ji bo azadiya rêberê kurd Abdullah Ocalan were kirin.

Li Ewropayê gelê kurd li ser piyane, çalakiyên di çi astê de ne?

Ev çalakî bi tevlêbûna dostên gelê kurd, gelek siyasetmedar û kesayetên navdar pêk tê, her wiha ji bilî van tevlêbûnan gelê kurd jî bi awayekî seferberî dê tev li vê çalakiyê bibe. Bi vî rengî dê 26 saliya komployê were lanet û şermezarkirin û bi vî rengî ev kampanyaya ku hatibû destpêkirin bi serkeftineke mezin taceser bikin û çalakiyên xwe bigihînin zîrveyê. Di heman demê de ev dibe wekî bingehekê ji bo gavên mezintir di destnîşankirina hedef û armancên xwe. Bi vî rengî rojeveke nû ji bo hemû Ewropayê bidin avakirin.

Hûn çalakiyên li Bakur çawa şirove dikin?

Wekî din jî gelek çalakî li Kurdistanê jî tên kirin, gelek heyet dixwazin serdana Îmraliyê, heyetên jinan, hiqûqnas, siyasetmedar  û saziyên gel ji bo wê yekê di nava liv û tevgerê de ne. Bi taybet jî di zindanan de berxwedaniyekî gelekî mezin tê meşandin. Li her derê û ji aliyê her kesî ve divê her kes bi rihekî serferberiyê tevbigere û tev li vê kampanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe.

Li rojavayê Kurdistanê jî hemleyeke gelekî mezin dane destpêkirin û gelê me li wir bi rihekî seferberî tev li vê kampanyayê dibe û hertim li ser piya ye.

Ji aliyekî din li wê herêmê gelek caran erdhej pêk tê û ev yek fikar û metirsiyan li ser ewlehiya jiyana wî çêdike, gelê kurd dixwaze rewşa serokê xwe zanibe û agahî jê were girtin. Nêzî 34 meha ye ku tu agahî ji rêberê gelê kurd tune ye. Ev rewş gelê kurd dixe nava fikaran.