28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerînên Ocalan belav dibin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Îro em dibînin li seranserî cîhanê gel bi bîr û baweriyek mezin xwedî li paradîgmaya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê derdikeve. Di pêngava 10’ê cotmehê de bi awayekî aşkera derket holê ku êdî ne tenê gelê kurd ango yên Rohilata Navîn li çar aliyên cîhanê gel xwedî li Rêber Apo û nerînên wî derdikeve.

Di çaryeka dawî ya sala 2023’an de yek ji bûyerên herî girîng bêguman şerê Hamas û Îsraîlê bû. Rojhilata Navîn bi şerê ku ji berjewendiyên gelan zêdetir yên mezhebî û olî bûye gola xwînê. Trajediya ku li Xezayê tê jiyîn û bêdengiya li himberî vê felaketê bi awayekî aşkera diyar dike ku êdî hêzên global û navneteweyî rêçûna şeran diyar dikin. Mîna şerê Ukrayna-Rûsya û Azerbaycan-Ermenistanê di vî şerî de jî, gelek mudaxeleyên ji derveyî îradeya gelên herêmê li gorî berjewendiyên siyasî ên hêzên navneteweyî tên pêşxistin. Ji ber van nêzîkatiyan komkujiyên ku artêşa Îsraîlê li Xezayê pêk tîne “rewa” û ji nedîtinê ve tên.

Rastiyeke din a vî şerî jî ew e ku hemû sazî û rêxistinên navneteweyî yên ku qaşo neteweyên cîhanê temsîl dikin bêbandor dimînin. Ev saziyên ku li şûna parastina mafên netewe û gelan biparêzin êdî bûne parêzvanên herî mezin ên welatên sermayedar û modernîteya kapîtalîst. Lewma divê mirov ji sazî û rêxistinên ku xwe li ser nirxên gelan avakirine tiştekî hêvî neke. Bêguman, ev nêzîkatî ne tenê di mijara Îsraîl û Hemasê de heye. Pergala tecrîda girankirî ya li grava Îmraliyê jî encama heman têgeh û siyasetê ye. Li himberî vê tecrîda ku bi her awayî dûrî nirxên mirovahiyê ye û hemû pîvanên peymanên navneteweyî binpê dike jî bi haman şeklî bêdengiyek mezin heye. Ev jî aşkera dike ku têgeha “Edalet” û “Mafên Mirovan” bûne amûrê bazariyê yên di destê hêzên navneteweyî de. Li hemberî vê têgeha ku îradeya gelan înkar dike, li seranserî cîhanê hêzek mezin derdikeve holê. Ji çar parzemînîn cîhanê îro li dijî vê pergala xetimiye gel serî hildidin û doza Edalata civakî ya ku nirxên gelan ên hevpar diparêze dikin. Bêguman di vir de rola pergalên alternatîf ên ku bi her awayî nirxên civakê diparêzin derdikeve holê.

Îro em dibînin li seranserî cîhanê gel bi bîr û baweriyek mezin xwedî li paradîgmaya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê derdikeve. Di pêngava 10’ê cotmehê de bi awayekî aşkera derket holê ku êdî ne tenê gelê kurd ango yên Rohilata Navîn li çar aliyên cîhanê gel xwedî li Rêber Apo û nerînên wî derdikeve. Li hemberî kaosa ku pergala netewe-dewlet li ser gelan ferz dike, pergala natewa-demokratîk êdî bûye hêviya herî mezin a gelan. Lewma em îro dibînin ku ji her bêşên civakê kesayetên naskirî û xwedî nasneme xwedî li nerîn û paradîgmaya Rêber Apo derdikevin. Ev hêza civakî ya li dora Rêber Apo û fikrên wî kom dibe, ji bo pergala sermayedar ku xwe dispêre înkara nirxên civakê xeteriyek mezin tê dîtin. Ji ber vê yekê hemû pîvanên navneteweyî tên binpêkirin da ku tecrîda li îmraliyê bidomînin.

Di 10’ê cotmeha îsal de bi pêşengiya dostên Rêber Apo bi ser navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” pêngavek cîhanî hate destpêkirin. Li seranserî cîhanê 74 navendên cûda, akademîsyen, siyasetvan, rewşenbîr, hiqûqnas û hwd ji beşên civakê kesayet bi daxuyaniyan ragihandin ku ew li dijî tecrîdê xwedî li nerîn û paradîgmaya Rêber Apo derdikevin. Di çarçoveya vê pêngavê de di navbera 7 û 15’ê kanûnê de ango di Heftaya Mafên Mirovan a Cîhanî de li çar aliyên cîhanê çalakiyên xwendina pirtûkên Rêber Apo hebûn. Ji gelek netewên cûda zanist, akademîsyen, mamoste, lêkolîner, civaknas û hwd gelek kesan pirtûkên Rêber Apo xwendin û banga dawîanîna tecrîda li Îmraliyê kirin.

Bêguman ev ne tenê roja xwendina pirtûkan e, ji wê zêdetir xwedî derketina li fikir û îdeolojiyekê ye. Em bala xwe bidinê, li çar aliyên cîhanê kesayatên naskirî derdikevin û doza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Di şexsê Rêber Apo de ew xwedî li paradîgmaya ku alternatîfa herî xurt a netewe-dewlet tê dîtin derdikevin. Lewma divê têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê ne ji rêzê û seranserî bê dîtin, ev têkoşîn aliyên wên ên îdeolojîk û xurt hene. Ger li gorî wê nêzîkatî jê re were kirin wê hîn bêhtir bi xurtî bê meşandin.

Roja Xwendina Pirtûkên Rêber Apo ji vî aliyî ve girîng e. Her kesê  ku ji pûrtûkên ku Rêber Apo di wan da bi awayekî berfireh bahsa paradîgmaya Neteweya Demokratîk dike dixwîne xwedî li vê paradîgmayê jî derdikeve. Jixwe Rêber Apo jî gelek caran di hevdîtinên xwe yên li gel parêzeran de digot: “Min hemû tişt di pirtûkan de nivîsiye. Yên dixwazin min fêm bikin divê pirtûkan dubare, sêbare bixwînin da ku fam bikin ku ez têkoşîna azadiyê çawa didim meşandin.” Ji ber vê yekê xwendin girîng e, lê ji bo mirov karibe vê îdeolojiyê di warê jiyanî de jî pêk bîne divê têkoşîna azadiyê hîn mezintir were meşandin.

Ger paradîgmaya neteweya demokratîk di nava civakê de têkeve meriyetê, wê dawî li şeran û hesabên qirêj ên hêzên navneteweyî were. Wê demê bi milyonan kesên ku ji ber van şer û hesaban maxdûr bûne jî wê karibin li hebûn û îradeya xwe xwedî derkevin. Ji bo xurtkirina vê têkoşînê jî weke ku me di Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo de jî dît ku li cîhanê êdî paradîgma bûye hêzeke xurt a alternatîf. Lewma hêzên navneteweyî yên ku îro hebûna xwe spartine pergala netewe-dewlet ji bo pêşî li vê nerîna nûjen û xurt bigirin li ser mîmarê vê îdeolojiyê di nava hewldanên qirêj de ne. Ji vî aliyî ve tecrîda li Îmraliyê ne tecrîdek ji rêzê û sivik e. Ev tecrîd lingên wê yên îdeolojîk û xurt hene. Lewma divê têkoşîn jî bi heman awayî xurt û bi hêz be. Ji xwe êdî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bûye cîhanî û ya ku divê bê kirin jî mezinkirina vê têkoşînê ye.