3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ji bo me gelê kurd çi be Rêber Apo jî ew e’

Çalakvana Rojhilatî Zeyneb Bayezidî têkildarî fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de anî ziman ku fikrê Abdullah Ocalan bûne hêvî û wiha got: “Bi avabûna PKK’ê re li rojhilatê Kurdistan di nav civakê de hêviyek hat avakirin. Civakê baweriya xwe bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan anî.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Bi radestkirina Abdullah Ocalan re tecrîdeke ku mînaka wî tuneye hat destpêkirin. Lê ev tecrîd ji belavbûna fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna PKK’ê re nikaribû bibe asteng.

Di roja me de bi hezaran kesên ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek hêvî dibînin bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ketine nav xebatan. Em der barê bondor û belavbûna fikrên Abdullah Ocalan bi çalakvana rojhilatî Zeyneb Bayezidî re axivîn.

Çalakvan Zeynep Bayezidî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvaşoya ku bi parçebûna Kurdistanê dest pê kir û ev tişt anî ziman: “Bi dagirkirina Kurdistanê re li rojhilatê welat jî wek parçeyên din ên Kurdistanê hemû mafên kurdan tune hatin hesibandin. Li dijî vê tunehesibandinê  ji bo nasname û çanda xwe kurdan berdêlên mezin dane. Di vê têkoşînê xwe ya mafdar de kurdan gelek rêyan ceribandine. Ji bo parastina mafên xwe derfetên biçûk ên wek parlementeriyê jî bi kar anîn. Lê nikaribûn bigihijin armanca xwe.”

Fikrê Abdullah Ocalan bû hêvî

Zeynep Bayezidî da zanîn ku bi avabûna PKK’ê re li rojhilatê Kurdistan di nav civakê de hêviyek hat avakirin û wiha got: “Civaka rojhilatê welat baweriya xwe bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan û PKK’ê ya ku nûneriya civak û nasnameya kurd dike anî. Civaka Rojhilat ji ber ku PKK ne teqlîd an jî rêxistina neteweyeke din e, kurdbûnê zindî kiriye û parastina mafê kurdan dike bandor bû. Bandora Serokatî û fikrên wî yên li rojhilatê Kurdistanê ji dîroka ku xebatên PKK’ê hatine destpêkirin re çêbûn. Çawa li Bakur tesîra paradîgmayê li zanîngehan li ser xwendekaran çêbû bi heman awayî li Rojhilat jî tesîra xwe pêşî li xwendekaran kir û li nav civakê belav bû. Bandora fikrên PKK’ê ya ku li nav xwendekaran destpê kir û bi demê re li hemû civakê belav bû.”

Têkoşîna PKK’ê

Bayezidî di axatina xwe de bal kişand ser encamên bandora felsefeya Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek ku mîn anî ziman di destpêka avabûna PKK’ê de civakê ne di vê astê de be jî paradîgmaya Abdullah Ocalan nas dikir. Beriya avakirina PJAK’ê rojhilatî jî tev li refên PKK’ê bûn. Lê bi avakirina  PJAK’ê nasîna îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna PKK’ê zêdetir hat nasîn. Bandora vê yekê ya herî berbiçav serhildana Jin Jiyan Azadî ye. Di rastiyê de felsefeya Jin Jiyan Azadî li Bakur teorîze bû li Rojava hat pratîkkirin li Rojhilat û Îranê yekbûneke di nav gelên cuda de ava kir. Em dikarin bibêjin ku bi salane têkoşîna ku têkoşerên kurd didin xwe di serhildana Jin Jiyan Azadî de nîşan da.”

Hezkirina li hember PKK’ê

Bayezidî diyar kir ku têkoşîna PKK’ê kurdên çar parçeyên Kurdistanê li dora heman daxwazê kom kiriye û wiha axivî: “Bi avabûna PKK’ê kurdên têkoşer li her parçeyên Kurdistanê berxwedan kirine, hatin girtin û îşkencekirin. Mînak cara yekemîn PJAK’yî ku li Îranê hat darvekirin Heval Egîd (Hasan Hîkmet Demîr-2007) ê bakurî bû. Di nav civaka rojhilatê Kurdistanê de li hemberî PKK’ê hezkirineke gelek mezin heye û hejmara ciwanên ku tev li refên gerîla bûne jî zêde ne. Hezkirina civakê ji ber ku PKK ji bo wan hêvî ye, pir zêde ye.  Jin, ciwan, dayikên aştiyê û heta girtiyên ku di girtîgehan dene ji bo belavkirina vê îdeolojiyê li ber xwe didin. Zeynep Celaliyan ev 16 sal in ji ber parastina fikr û felsefeya PKK’ê dîl tê girtin. Dîsa çalakvanên wek Şîrîn Elemhûlî û Ferzad Kemanger hatin darvekirin. Bi saya van kesayetan li Rojhilat fikrê azadiyê belavtir bû.”

Abdullah Ocalan û kurdbûn

Çalakvan Zeynep Bayezidî di axaftina xwe de ji bo nêzikatiya civaka rojhilatê Kurdistan a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser civakê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em Abdullah Ocalan ji civaka kurd cudatir nagirin dest. Ji bo me gelê kurd çi be Rêber Apo jî ew e. Ji ber vê yekê tecrîda li ser wî tecrîda li ser gelê kurd e. Ev tecrîd bixwe bandorê li ser derûniya gelê kurd dike. Îro çiqas li ser malbatan zext hebin jî bi rêbazên cur be cur xebatên bi dawîkirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo tên meşandin. Xebatên heyî ji aliyê PJAK û KJAR’ê ve tên birêvebirin. Bêguman xebatên heyî jî bi pêşengiya jinan pêk tên.”