4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên girtiyan ji bo qart û name bişînin Îmraliyê dest bi kampanyayê kirin

Xizmên girtiyan ji bo balê bişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kampanyaya şandina name û qartan a ji Îmraliyê re dan destpêkirin.

Xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 33 meh in agahî jê nayên girtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, kampanyaya şandina name û qartan dan destpêkirin. Kampanyaya malbatan dê heta 30’ê kanûnê bidome. Malbatan têkildarî kampanyayê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezan a Amedê daxuyanî dan.

Endamên Federasyona komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), rêxistinên navend û navçeyan ên DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat têkildarî kampanyayê axivî û got ku welêt di bin tecrîdeke giran de ye. Canpolat bal kişand ser grevên birçîbûnê yên di 27’ê Mijdarê de hatine destpêkirin û Nobeta Edaletê û wiha got: “Weke malbatên girtî û hikûmxaran em îro jî starta kampanyayeke nû didin. Ev kampanya dê heta 30’ê kanûnê bidome. Em ê ji bo birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî qart û nameyan bişînin. Bi vê kampanyayê re em dixwazin bala gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bikişînin ser tecrîdê. Tecrîda heyî hem siyasetê hem jî pirsgirêka kurd bêçareserî dihêle. Hema du peyv jî bin em dixwazin her kes ji bo birêz Abdullah Ocalan name û qartan bişînin. Her kes li cihê lê dimîne bila name û qartan bişîne û ji bo şikandina tecrîdê bibin alîkar.”

 ‘Em li dijî tecrîdê bêdeng nemînin’

Canpolat, da zanîn ku rêya çareserkirina krîza aborî û pêkhatina aştiyê rakirina tecrîdê ye û wiha pê de çû: “Bêdengiya gelan û civakê ya li hemberî tecrîdê, tê wateya mirina zarokên gelê kurd. Lewma divê her kes dengê xwe derxîne. Em dixwazin ku dayik û ciwan alîkariyê bidin. Em tev li kampanyaya şandina qart û nameyan bibin. Divê gelê kurd û malbatên me li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. Piştre jî kesên tev li daxuyaniyê bûn qart û name nivîsandin. Qart û name dê ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê re bên şandin.