spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Cizîr, Mûş û Agiriyê serkeftina hilbijartinê pîroz kir

DEM Partîyê piştî hilbijartinê  75 şaredarî bi dest xist. Piştî serkeftinê bi deh hezaran welatî li Agirî Mûş û Cizîrê kom bûn û serkeftina hilbijartinê pîroz kirin.

Li Agiriyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pîrozbahiyek li dar xist. Partiyiyên li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê hatin bahev, bi gel re heta Cadeya Tahîr Elçî meş li dar xistin. Partiyî li qada ku pîrozbahî lê dihate kirin, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Gel daket qadan û bi coşek mezin serkeftina Hevşaredarên DEM Partiyê pîroz kirin.

Bi Bijî Serok Apo daketin qadê

Li Mûşê jî piştî DEM Partî di hilbijartinê de bi ser ket, bi deh hezaran daketin qadan û şahî li dar xist. Bi deh hezaran welatî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jîyan azadî” daketin qadê û şahî li dar xist. Gel diyar kir ku ew serkeftinê diyarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin.

Bi jin jiyan azadî û Bijî Serok Apo daketin qadê

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî piştî gel di hilbijartinê bi ser ket û namzetên DEM Partiyê şandin şaredariyê daketin qadê û şahiya serkeftinê li dar xist. Rêxistina DEM Partiyê ya Cizîrê piştî hilbijartin bi dest xist, şahiyek li dar xist. Bi deh hezaran kesên li pêş avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê kom bûn, bi dirûşme, fîşekên hewaşî serkeftina hilbijartinê pîroz kirin. Gel li vir bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.