7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê herêma Firatê li dijî êrîşên Tirkiyeyê daketin qadan

Gelê herêma Firatê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên şevê din daketin qadan û bi gotina “Em ê bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî zihniyeta şovenîst li ber xwe bidin” bertekên xwe anîn ziman.

Artêşa Tirk, şevê din bi balafirên şer êrîşî stasyona petrolê yên Kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Tirkiyeyê di êrîşan de zirarên madî da navendên xizmeta guzariyê. Bi sedan şêniyên Herêma Firatê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Demokraîk li dijî êrîşan meşek girseyî lidar xistin. Girseyê di meşa li Qada Jina Azad bi dirûjmeyên “Bijî Berxwedana Cizîrê” û “Bijî Berxwedana Zapê” destpê kir de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û heta Qada Şehîd Egîd berdewam kir. Li vir ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û piştre Hevsrokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî.

Şahîn, bal kişand ser êrîşên li dijî binesazî û saziyên herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got, “Armanca êrîşan valakirina herêmê û gel neçarî koçberkirinê ye. Weke Herêma Firatê bi hemû pêkhateyên xwe, em ê li hemberî zihniyeta şovenîst li ber xwe bidin. Em ê hêza xwe biparêzin. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran xwariye. Ji ber vê êrîşê herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Me sala 2023’yan bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bi dawî kir. Em ê bi têkoşîneke xurtir derbasî sala 2024’an bibin.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû