27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kamilî û Kûrahiya Romanê

Ji bo her celebê wêjeyê, hin pîvanên xurtiyê û serkeftinê hene, lê roman ne weha ye ; ew ji hemû av û kaniyan vedixwe û dikare xwe tim nuh bike.

Ji ber ku celebekî ewçend mezhebfireh e, roman nakeve nava tu qaliban û hemû kirasên ku xelk li gorî kêfa xwe jê re difesilînin, ew wan zû red dike.

Hingê gelo mirov çawa behsa romana xurt bike û bibêje a vaye ev e pênaseya romaneke serkeftî ?

Mixabin pîvaneke bi vî rengî tuneye ku bibe bersiva vê pirsê. Ji ber ku serkevtin an bedewî an jî estetîka berhemeke wêjeyî û hunerî li gorî pîvanekê bi tenê nabe. Berî her tiştî, roman li ser vegotina çîrok û bûyeran a bi zimanê nivîskî ava dibe û ev jî gellek taybetmendiyên ji warên cuda di nava xwe de vedihewîne û deriyên pirhêl li ber wê vedike ku di celebên din yên wêjeyî de şiyaneke weha nîne. Ji bo romanan, hingê, gellek taybetmendî hene ku divê mirov ji bo nirxandina estetîka wê bala xwe bide wan.

Di romanekê de, xala sereke çîroka navendî ye. Girîngî an balkêşiya çîrokê, herka wê, tevna wê, kesên wê, mekanên wê, peyama wê, hingê di ber re derdikevin holê. Her çîrok balkêş e. Tu kîjan çîrokê bibêjî jî, heger taybetmendiyên jêrê jî tê de bi xurtî hatibin bikaranîn, ew ê ji aliyê xwendevanan ve hêjayî xwendinê be. Em ji bîr nekin ku berhemên wêjeyî ji bo xwendinê tên afirandin. Hingê, erka xwendevanan di vê çalakiya li dora berhemê de girîng e.

Romannivîsek pêwîst e ku hakimî zimên be. Ji ber ku ew ê çîroka xwe bi zimanekî bibêje û ew ê şiklê wî zimanî yê nivîskî bi kar bîne, divê hem hakimî zimên be û hem jî rêzimana wî zimanî baş bizane. Romannivîs ne zimannas e û kes dozeke weha li wî/wê nake, lê belê heger hevoksazî û cudahiya gîhanekan û demên lêkeran û xalbendî û rastnivîsê nizanibe, bila li dûrî nivîsê bisekine. Ji bo hemû celebên nivîsê, xala yekem ku mirov bala xwe didiyê, ji xwe ev e.

Madem çîrokeke baş û xweş û balkêş di destê mirov de heye, hingê mirov bala xwe dide vegotina wê. Ya ku hêza romanekê li gorî romanên din xurt an lawaz dike, ev xal e. Di nava vegotinê de, tevn û teknîk û şêwaza ravekirinê û şayes heye ku bi van xalan jî sûretê vegotinê ava dibe. Herçî sûretê vegotinê ye, ew bi destê nivîskêr û bi rêya vebêjer ve ava dibe û weke ku Barthes digot, li cem xwendevên temam dibe. Ji bo avakirina wî sûretê ku xwendevan dê temam bike, alavên li ber destê nivîskêr zelal in. Nivîskar bi nîşan û qodên hevpar behsa çîroka xwe dike û xwendevan jî bi heman qodan ve li cem xwe ava dike û hingê ew çalakiya ku em ji wêjeya gelêrî fêr bûne bi vî awayî temam dibe.

Ji bilî van taybetmendiyên teknîkî, xaleke din jî heye ku di nava wêjeya me de zêde nayê behskirin.

Ji bo kûrahiya romanê, derûniya lehengan û nakokiyên wan û guherbariya hest û tevgerên wan alîkariyê didin ku tevliheviya xwezayî li cem wan ava bibe. Ji ber wê ye ku lehengên ku daimî dilpak in an daîmî xerab in ancax dikarin bibin berhema pênûsên safik û nayîf. Lewre mirov bi xwe hebûneke tevlihev e û madem lehengên romanan jî digel xeyalîbûna xwe teyisandineke mirovên rastîn in, hingê portreya wan a derûnî jî divê bişibe ya mirovên rastîn, ku me di gotareke xwe ya berê de behsa vê mijarê kiribû.

Di vira de, girîngiya şayesê diyar dibe. Herçî şayes e, ew êdî ne mîna têgihîştina sedsala 19’an e. Tişta ku em jê re dibêjin şayes, vegotina çîrokê bi xwe ye, ew êdî ne ji derveyî vegotinê ye ; şiklên wê yên nava vegotinê hene ku yek ji cudahiyên navbera romana hemdem û romana klasîk jî ev e. Xwendevanê dema me kamil bûye, fêrî xwendina çîrok û romanan bûye û bi xêra alavên veguheztinê, ew êdî gellekî gerriyaye.

Hingê em ê jê re behsa çi bikin ?

Em mînaka şayesa kurdî bidin ku em di dersên xwe de mînakên wê ji romanên kurdî didin, lê li vira cîh û derfet nîne ku em bi berfirehî li ser rawestin. Tenê, em bi kurdî weha bibêjin : Şayesên kurdî, ji bo nîşandayina zanîna zimên tên bikaranîn, bêtir yan xwezayê, yan jî mekanên girtî bi helwêsteke klasîk û kevn dişayesînin, leheng di nava wan şayesan de kêm xuya dibin û şayesên kurdî bêtir weke alavên derveyî vegotinê diyar dibin, ku ev hemû jî dîsa ji xeşîmiya nivîskêr tên.

Heger em nizanibin bê em ji bo kê dinivîsin, em ê nikaribin vî karî bibin serî. Xwendevanê wêjeya kurdî a hemdem ne ew kes e ku li civatekê rûnê û li çîrokên gundan guhdar bike. Wî ev pêvajo derbas kiriye. Wî wêjeya ewropî û amerîkî û rûsî nas kiriye. Wî helbesta klasîk xwendiye. Wî roman û çîrokên kurdî yên salên 80’î û 90’î xwendine. Ew xwendevanekî çalak e. Ji bilî vê, ev hişyar e, lewre bi KURDÎ dixwîne.

Ma îroj kî bi kurdî dixwîne ? Divê mirov profîla xwendevanê xwe baş nas bike. Xwendevanê wêjeya kurdî bivê nevê siyaseten hişyar e. Yanî, divê em propagandaya erzan li wan nekin. Kûrahiya romana kurdî ji vira dest pê dike. Romanên kurdî yên dewra Kafkasyayê û romana kurdî ya salên 80’î û 90’î romana propagandayê bûn. Lawaziya wan ji wê dihat ku nivîskaran ji bîr kiribû ku xwendevanê zimanê kurdî ji xwe siyasî ye. Em bibêjin ya dewra Kafkasyayê bi darê zorê bû û ji neçarî bû, lê ya dewra 80’î û 90’î ji xeşîmiyê bû. Ev xeşîmî hê jî dewam dike.

Kûrahiya romanê di nêzîktêdayin û helwêsta vegotinê de ye. Lewre vebêjer tenê çîrokekê rave nake. Ew herweha xwedan helwêstekê ye jî. Çavekî wî heye, vîzyoneke wî heye, têgihîştineke wî heye, tiştekî nîşan dide û bi rêya çîrok û kes û bûyeran ve hewl dide ku cîhaneke xwe ya têgihîştinê pêşkêş bike. Hingê, heger vebêjeriya nivîskarekî di nava xwe de haveynekî xurt yê kamiliyê venehewîne, xwendevan dê zû li safikî û xeşîmiya wî hay bibin.

Vebêjer hingê xwedan helwêstekê ye û kûrahiya romanê li ser vê xalê ava dibe. Ew tiştan, kesan, tevgeran û bûyeran û herweha helwêstan jî dinirxîne ku di gotareke din de em ê vegerin ser vê mijara ku romanê ber bi şikline nû ve dibe û wê nezîkî ceribandinê û felsefeyê dike an jî erka civak û derûnî û fikirdariyê di nava romanê de xurttir dike. Di gotareke din de em ê vê babeta “kamiliya romanê” ku me berê jî behs kiribû piçekî kûrtir bibin ku kûrahiya romana kurdî jî li ser vê ava dibe. Roman diguhere, romana cîhanê guherî, ya me jî pêwîst e ku li xwe hay bibe û ji qewla Osman Sebrî ku di poetîkaya Hawarê de em tim behsa wî jî dikin divê êdî mirov dev ji tiştên tewşo mewşo berde û vegere qada afirandina kûrahiyê û kamiliyê ku herdu jî hevalên hev in.