3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Mêrsînê di Newrozê de azadiya Ocalan xwest

Xelkê Mersînê bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serketinê ye" ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe herikîn qada Mîtîngê ya Tirmil a li navçeya Akdenîzê. Ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Bi deh hezaran kesên serê sibê hatin qada Newrozê, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” derbasî qada pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan Nobeda Edaletê jî tevî girseyê derbasî qada Newrozê bûn. Girse dema derbasî qadê bûn, li qadê dirûşmeyên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dike berz kirin. Girseyê li qadê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de canê xwe dane rêz girtin û piştre agirê Newrozê dadan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan peyamên Abdullah Ocalan ên ji bo Newrozên xwend.

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî Newroz li gel pîrzo kir û diyar kir ku ji bo azadiya girtiYên siyasî ew li qadan têdikoşin.

Esengul Demîr bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, “Dem hatiye ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin. Niha dema çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Dem dema misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Dem dema azadiyê ye.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî silav da gel, Newroz pîroz kir. Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku çareseriyeke desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ji bo pirsgirêka Kurd nîne.  Ûçar, diyar kir ku aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe û ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kir.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Akdenîzê bi stranên Erdogan Emîr û Sîmyager bi dawî bû.