21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Îdirê azadiya Ocalan xwest

Gelê Îdirê bi coşek mezin Newroz pîroz kir û ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya fizîkî xwest.

Rêxistina DBP û DEM Partiyê Newroza Îdirê ku bi rojan bû amadekariyên wê dikirin, bi coşeke mezin pîroz kir. Gelên li bajar dijîn, bi kelecana Newrozê bi saetan beriya destpêkirina pîrozbahiyê hatin qadê. Pîrozbahî li Qada Kiliçê hat lidarxistin. Jin û ciwan bi cilên herêmî tev li bûn û welatî piştî lêgerîna li noqteyên polîsan ketin qadê. Polîsan xwestin dest danin ser fularên bi rengên kesk, sor û zer û cil û bergan. Lê belê gel bertek nîşan da û polîs neçar man ku paşvegavê biavêjin.

Bi hezaran kes herikîn qadê û bi gerandina govendên li ber dahol û zirneyan li benda destpêkirina bernameyê man.  Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Necla Kum û namzetên navçeyan bi hev re derketin ser dikê û gel silav kirin.

Namzeta Şaredariya Halfeliyê Yildiz Tendîk Paral peyama TJA’yê xwend û piştre jî namzet Necla Kum axivî. Kum, bal kişand ser hilbijartinê û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin.

Li vir Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Hûn bi tecrîdê re nikarin dahatûya vî gelî xesp bikin. Ne tenê li ser birêz Ocalan, hûn tevahiya gel tecrîd dikin. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Heke tecrîd hebe xwişk-biratî nabe,  heke tecrîd rabe dê azadî, aştî û demokrasî were vî welatî.” Di wê navberê de girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun jî nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê xwend. Piştî axaftinan, siyasetmedaran tevî gel agirê Newrozê vêxist. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî Koma Bajar û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.