spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Newroza Qoserê de Azadiya Ocalan xwestin

Bi deh hezaran welatî ji gund û taxên Qoserê hatin Qada Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Gel di Newroza bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pîroz kir de bê navber “Bê Serok Jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kir.

Bi deh hezaran welatî ji gund û taxên navçeya Qoserê hatin li Qada Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirine jî bi pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” tevlî pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

Tevî hemû astengkirinên polîsan jî girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mazlum Dogan û filamayên bi rengên kesk, sor û zer xistin qadê. Ciwanên li qadê pankarta “Yê ku dide meşandin tu yî, şukir ji qudreta te re” û “Jina azadbûye nîşaneya ciwaka demokratîk û azad e” ku wêneyên Bubo Taş û Mehmet Akar ên li dijî tecrîdê xwe şewitandibûn hilgirtin. Di dema pîrozbahiyan de her wiha posterê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan hate vekirin. Ciwanan bi posteran li qadê meş li dar xistin.

Beriya destpêkirina bernameyê, girseyê li ber stranan govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, girseyê heta demekî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.

Ewil Dayikên Aştiyê yên di Nobeta Edaletê de derketin ser dikê. Ji bo dayikan girseyê bi yek carî li çepikan dan. Dayika Aştiyê Halîme Kaya Newroza gelê kurd pîroz kir û got ku gelê kurd aştiyê dixwaze û girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir.

Dihat payîn ku siyasetmedar agirê Newrozê vêxin lê ciwanan agir vêxist. Ciwanan cil û bergên li ser xwe derxistin û agirê Newrozê vêxistin.

Piştre jî hevşaredarên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û namzetên hevşaredariyê hatin ser dikê û gel silav kirin.

Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr li ser wateya Newrozê axivî. Namzetê din Ahmet Turk jî girse silav kir û xwest Newroz bibe wesîleya aştiyê. Turk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Pirsgirêka kurd bi zilmê çareser nabe.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî Newroza Abdullah Ocalan û girtiyan pîroz kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê bajar George Aslan jî nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di demên berê de têkildarî Newrozê kiribû xwend.

Parlamenter Saliha Aydenîz jî gel silav kir û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in di tecrîdê de ye. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan îradeya gelê me ye. Tu kes nikare îradeya me teslîm bigire. Heke birêz Ocalan biaxive, dê azadî û aştî were vî welatî. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Nifteya çareseriyê jî birêz Ocalan e. Dê ev Newroz bi xwe re azadiya birêz Ocalan û gelê kurd bîne. Tu kes nikare xwe li pêşiya sekna gelê kurd bigire.”

Piştî axaftinan, hunermend derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.