4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Mexmûr û Şengalê li dijî êrîşan rabûn ser piyan

Balafirên şer ên Tirkiyeyê şevê din li dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê êrîşên hewayî pêk anî. Di êrîşan de li Mexmûrê 2 endamên hêzên parstinê jiyana xwe ji dest dan. Endam û rêveberên Meclisa Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê, li seytereya Mûşterek a Xanesorê a bû hedefa êrîşan kom bû. Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Îlyas diyar kir ku êrîş nikarin wan ji xebat û têkoşîna wan dûr bixin û got: “Îradeya me ji çekên we bihêztire.”

Îlyas destnîşan kir ku dewleta Tirkiye, şevê din nêzê 5 saetan li ser Şengalê bombe barandiye û got: “Ev êrîşên li ser Çiyayê Şengalê berdewamiya fermana 2014’an e. Wê demê xwestin bi êrîşan Çiyayê Şengalê ji civaka êzidî vala bikin.”

Xwedêda Îlyas li hemberî van êrîşên hovane helwesta berxwedêr a Şengalê jî bibîr xist û got: “Îradeya gelê êzidî îro ji êrîşên wan, ji tank û topên wan xurttir e. Me sozek daye ku em li ser şopa şehîdan bin. Em ji tank û topên dijmin ku ji 2014’an heya îro li ser me berdewam e natirsin. Êrîşên dewleta Tirk û yên DAIŞ’ê bi hev ve girêdayî bûn, yek plan bû.”

 ‘Erdogan piştgiriya fikra DAIŞ’ê dike’

Xwedêda Ilyas êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Girtîgeha Sinaa ya Hesekê jî bibîrxist û wiha berdewam kir: “20’ê çileyê êrîşî Hesekê kirin ku careke din fikrê qirêj a li dijî mirovahiyê li cîhanê belav bikin. Erdogan îro piştgiriya wê fikrê dike. Em wek meclis û saziyên Şengalê, em soz didin ku li ser şopa şehîdan bin û li ber xwe bidin. Emê kar û xebatên xwe bidomînin. Em tu cara gav paş ve navêjin.”

 ‘Plana dewleta tirk û DAIŞ’ê yek e’

Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Ilyas di dawiya daxuyaniyê de jî balê kişand ser hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê û bi van gotinan peyama berxwedanê da: “Planê dewleta tirk û ya DAIŞ’ê hemû yek e. Li Hesekê hedef û armancên wan pêk nehat. Îro jî êrîşî wan şervanan kirin ku ji 2014’an ve ye li ber xwe didin. Mexmûr, Qereçox, Dêrik, Kobanê, Şengal hemû êrîş bi hev ve girêdayî ne. Em soz didin em li ser xebatên xwe bin. Em soz didin li ser şopa şehîdan bin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Şehîd namirin” û “Kujer Erdogan” bi dawî bû.

Li Mexmûrê gel bi girseyî êrîş şermezar kir

Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, diyar kir ku di êrişa Tirkiye de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî a Mexmûrê jiyana xwe ji dest dane û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn. Şêniyên wargehê ji duh bi şev ve li ser piyanin, îro xelkê Mexmûrê ji bo parazvanên xwe rabûn ser xwe û meşek girseyî lidarxistin. Meş li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî destpê kir. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn û bi tundî êrişa Tirkiyeyê şermezar kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin qêrîn. Girseya gel heya ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li nav wargehê meşiyan. Liwir Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak Axivî.

Budak destpêkê êrişê bi tundî şermezar kir û got; “Duh bi şev êrişek hovane li ser wargeha me çêbû, lê Mexmur weke her carê dîsa sekna xwe raber kir. Heya siharê kes ne raza û bi vê sekna xwe dijminê hov têkbir. Dijmin li hemberî sekna gelê Mexmûrê têkçûye, her kes û cîhan jî vê dît û dibîne. Lewre Tirkiye bi hemû hêza xwe êriş dike. Dewleta Faşist a dagirker xwest di sedsala 21’ê de bi kurdan bide wendakirin, lê hesabê wan negirt û bi binketin. Mexmur hafizeyek zindiye, ji bo dewleta tirk bikare vê seknê vale derbixe, bi her awayî êriş dike. Îro helwesta gelê Mexmûrê nîşandayî, bû sedema valederxistina tirkan.”

Piştî axaftinan girseya gel berê xwe da be derê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê. Girsê li vir ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane merasîm li dar xist. Şêniyên wargehê bê navber dirûşmeyên dilsoziya bişehîdan re qêriyan. Li vir Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Yusif Kara soza dewamkirina têkoşînê da û got; “Ji bo zilm û faşîzm dawî bibe  emê heya dawî têbikoşin û berxwe bidin.

Girseyê piştî jinên wargehê cenaze dan ser milê xwe meşiyan goristanê. Girseyê cenaze bi dirûşmeyan oxir kirin.