5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Di êrîşa Tirkiyeyê de 4 şervanên me jiyana xwe ji dest dan

HSD’ê, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên şevê din pêk hatin daxuyanî da û diyar kir ku di encama êrîşên Tirkiyeyê de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîl jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşan daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

“Êrişên fireh ên çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li ser girtîgeha Hesekê, bi plan û destekdayîna dewleta tirk bû. Lê ew êriş ji hêla hêzên me ve û bi hişyarbûna gelê herêmê hatin têkbirin. Lê hêz û gelê me di salvegera rizgarkirina Kobanê de ew êriş têk birin û derbeyeke duyemîn li dewleta tirk û hevkarên wê da.

Ji bo pêkanîna qezencan ji wan êrişan û da ku alozî li herêmên me pêk werin, dewleta tirk û hevkarên wê hemwextî êrişên li ser girtîgeha Hesekê, êrişî til Temir, Eyn Îsa û herêmên din kirin. Lê hêzên me ew êrişên dagirkeriyê jî têk birin.

Dewleta tirk tu armanc ji êrişên li ser Hesekê, Til Temir û Eyn Îsayê pêk neanîn, lê piştre Koalîsyona Navneteweyî asîman li pêş wê vekir. Sate di 22:00’ê 1’ê sibatê de balafirên şer ên dewleta tirk stasyona kehrebê ya li Gir Kendal ê nêzî gundê Teqil Beqil ê Dêrika Hemko bombebaran kir. Di encamê de stasyonê hate rûxandin û 4 şervanên me ku parastina stasyonê dikirin şehîd bûn û 5 karkerên sivîl birîndar bûn.

Di vê êrişa hewayî ya dagirkeriyê de heval Siyamend Efrîn, Xemgîn Efrîn, Şiyar Kobanê û Mihyedîn Dêrik şehîd bûn.

Dewleta tirk dîmena oxirkirina cenazyên şehîdên me ku bi lehengî li dijî çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li Hesekê tehemûl nekir û her wiha hevgirtina girseya gel li dora şehîdan û doza xwe jî tehemûl nekir.

Eşkere ye ku êrişên dewleta tirk bêyî agahiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk nehatine, di encamê de welatî, gund, avahî û karker tên hedefgirtin. Bi wê yekê re dewleta tirk hewl dide ji bêdengiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrişên xwe rewa bike.

Em HSD’ê li hember van êrişan bê deng namînin û dê dewleta tirk a dagirker li ser vê bêserûberiya êrişan muhasebe bikin.”