3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Qamişlo ji bo piştgiriya Wanê meşiyan

Şêniyên Qamişlo bi meşek girseyî piştgirî da gelê  Wanê û bertekên xwe yên li dijî qeyûm anîn ziman.

Bi hezaran welatiyên Qamişlo ya Kantona Cizîrê, ji bo piştgiriya gelê Wanê û DEM Partiyê, meşiyan. Piştî ku namzetê DEM Partî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di hilbijartinê de bi ser ket û mafê hevşaredariyê bi dest xist, îktîdara AKP’ê şaredarî neda DEM Partiyê. Bi hezaran welatiyên Qamişloyê li dijî vê helwesta AKP’ê daketin kolanê û meşek girseyî lidarxistin.

Înîsiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo bi armanca destekdayîna serhildana gelê Wanê, meşek lidar xist. Meş ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û heta ber avahiya Şaredariya Gel dom kir.  Di meşa ku ji bilî sedan welatiyan rêveber û endamên saziyên li bajar jî tevlî bûn de, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Wanê”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî meşê Hevseroka Şaredariya Gel a Qamişlo Emel Şemdîn daxuyanî xwend. Serkeftina gel a Bakûrê Kurdistanê pîroz kir. Destnîşan kir ku ev destkeftî di encama têkoşînek dijwar û berdelên mezin de hatine bidestxistin, lewma divê xwedî lê bê derketin.

Emel Şemdîn da zanîn ku dewleta tirk a dagirker bi dehan salan e dijî destkeftiyên gelê Kurd di nava êrişan de û bal kişand ku wekî Bakûrê Kurdistanê êrişî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî dike.

Emel Şemdîn serhildana gelê Bakûr a dijî zordariya dewleta tirk silav kir û got ku ew ê heta dawiyê piştgiriya wan bikin. Emel bêdengiya hêzên navnetewî jî şermezar kir. Çalakî bi dirûşmeya “Bijî brexwedana Wanê” bidawî bû.

ÇAVKANÎ: ANHA