3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Amarayê dest pê dike

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat ji her kesî xwest ku ji bo aştî û azadiyê di 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de beşdarî Meşa Amarayê bibin.

Kurd û Kurdiustanî dê di 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de bimeşin Amarayê. 25 sal in Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di binê tecrîdê de ye û 3 sal in jî nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û tu agahî jê nayên girtin.

Meş dê bi pêşengtiya Kongeraya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve bê lidarxistin. Partî û saziyên behsa xeberê duh li Amedê bi daxuyaniyeke hevpar plansaziya meşê eşkere kirin. Hevserokê MED TUHAD FED’ê Kerem Canpolat, tevahî gelê kurd vexwend meşa ku dê sibê were lidarxistin.

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

Canpolat, bi bîr xist ku kampanyaya navneteweyî ya bi azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin didome û got ku ev 25 sal in li Îmraliyê tecrîdeke dermirovî di meriyetê de ye.

Bi domdarî Canpolat diyar kir ku tecrîd rabe dê berê çareseriya pirsgirêka kurd bê guhertin û ev tişt anî ziman: “Girtiyên di greva birçîbûnê de û malbatên Nobeta Edaletê dimeşînin jî piştgirî dan kampanyayê. Di navbera 1 û 15’e sibatê de Meşa Mezin a Azadiyê hat lidarxistin. Bi vê meşê re me bala gelên Tirkiye, Kurdistan û cîhanê kişand ser tecrîdê.”

Canpolat, daxuyand ku weke sazî û partiyên siyasî dê di roja 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li Amarayê bin û wiha dirêjî da xaftina xwe: “Em vê meşê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk li dar dixin. Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêka kurd bi diyaloga bi birêz Abdullah Ocalan re pêkan e. Em vê yekê ji pêvajoyê di navbera 2013 û 2015’an dizanin.”

Canpolat, anî ziman ku gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê gel ve tên qebûlkirin lewma rêya çareseriyê li Îmraliyê derbas dibe. Canpolat, axaftina xwe wiha qedand: “Dê israra me ya ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bidome. Em ji kesên aştiyê dixwazin, kesên başiya gelê kurd û Kurdistanê dixwazin, kesên dixwazin ev şerê qirêjî yê 40 sal in didome bi dawî bibe re dibêjin ku; di 4’ê Nîsanê de berê xwe bidin Amarayê. Em li wir meşa aştî û azadiyê li dar bixin. Di serî de ji gelê kurd, ji hemû gelan re dibêjim ku werin em bi hev re aştiyeke birûmet û mayinde bînin vî welatî.”

ÇAVKANÎ: Ajansa Mezopotamyayê (MA)