3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Wanê li dijî darbeya hilbijartinê dest bi meşê kir

Gelê Wanê li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP’ê daket kolanan û dest bi meşê kir.

Bertekên li dijî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan îro jî berdewam dikin. Esnafên Wanê li seranserî bajar derabeyên dikanan venekir û neçûn ser kar. Gelê Wanê li 7 noqteyên bajar kom bûn û dest bi meşê kirin. Bi sedan kes di meşê de dirûşmên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” berz dikin. Li hinek deveran polîsan êrişî girseyê kirin. Li ser vê yekê welatiyan dest bi danîna berîqetan kirin. Çalakiya gel didome.