2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: 8 rojnameger hatin cezakirin

DFG’ê rapora meha adarê parve kir û destnîşan knir ku zextên li ser rojnamegeran didomin. DFG’ê da zanîn ku 6 rojnameger rastî êrişan hatine û xwegihandina 153 nûçeyan jî hatiye astengkirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafan a rojnamegeran a meha adarê bi raya giştî re parve kir. DFG’ê di raporê de bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê û got: “Me hilbijartinên 31’ê adarê li pey xwe hiştin. Em hêvî dikin ku vîna gel a di hilbijartinê de derket holê û biryardariya têkildarî guherînê ji hemû welat re bi xêr be.”

DFG’ê bal kişand ser zextên di meha adara 2024’an de derket pêş û wiha cih da daxuyaniyê:
“Bi taybetî di rojên girîng ên weke 8’ê Adarê, Newrozê û hilbijartinê de rojnamevanên li qadê dixebitîn rastî hin cureyên astengiyan hatin. Di meha adarê de der barê hin rojnamevanan de lêpirsîn hatin destpêkirin û doz hatin vekirin. Li hin rojnamevanên dihatin darizandin jî ceza hatin birîn. Her wiha gelek rojnamevanên ku darizandina wan berdewam dike, derketin pêşberî dadgehê.

Weke ku tê dîtin, zexta darazê ya li ser rojnamevanan didome. Bi vî awayî dixwazin çavên rojnamevanan bitirsînin û nûçeçêkirina wan asteng bikin.

Binpêkirinên mafan ên li qada çapemeniyê bi vê tenê ne bi sînor e. Tenê rojnamevan nayên astengkirin, her wiha saziyên lê dixebitin û nûçeyên ku çêdikin jî hedef tên girtin. Em di rapora xwe de dibînin ku tenê di nava meha adarê de xwegihandina 153 nûçeyan hatiye astengkirin. Ev jî nîşan dide ku li aliyekî rojnamevan rastî zext û binpêkirinên mafan tên, li aliyê din bi wan re gel jî tê cezakirin. Ragihandina nûçeyan a ji girseyê re tê astengkirin. An ku darbe li mafê gel ê nûçewergirtinê tê kirin.

Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya hewl dide zextê li temamî welat bike, hewl dide kêmasiyên xwe yên qada siyasî û polîtîkayên xwe nebaş bi zextan li ser rojnamevanan û saziyên çapemeniyê û weşanê binixumîne. Hewl dide bi destê darazê rojnamevanan bêbandor bike û bi rêya qedexeyan pêşiyê li belavkirina agahiyan bigire. Bi vî rengî hewl dide pêşiyê li bihîstin û dîtina rastiyan bigire. Bêguman ev di heman demê de encama bêhêvîtiyê ye. Hewldana îfşanebûnê ya rêveberiya nebaş e… Lê ev hewldaneke pûç e. Ji ber ku rojnamevanên birûmet bi biryar in ku rê nedin vê nêzîkatiyê. Tevî van hemû zext û çavtirsandinan jî ji bo rastiyan ji raya giştî re ragihîne çi ji destê wan tê dikin û wê vê yekê bidomînin.

Ji ber vê yekê em bang li desthilatê dikin, rojnamevan temînata vîna azad a civakekê ne. Dawî li zext û binpêkirinên mafan ên li ser rojnamegeran bînin. Dîsa astengiyên li pêş mafê gel ê agahdarbûnê rakin. Her wiha em bang li rojnamevanan dikin ku rêxistinbûn û piştevaniya xwe zêde bikin û li dijî neheqiyan rabin ser piyan. Tevî hemû neyîniyan jî bi dirûşma “Çapemeniya azad, civaka azad” û bi baweriya xwe ya ku dê rojên xweştir bên em rapora xwe ya binpêkirinên mafan a meha adarê pêşkeşî we dikin.

Daneyên adarê wiha ne:

Bi domdarî DFG’ê ev daneya parve kir:

“ ** Binpêkirinên mafên ewlehî û jiyanî

* Rojnamevanên rastî êrişan hatin: 6

* Serdegirtina malên rojnamevanan: 1

* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 2

* Rojnamevanên rastî tundiyê hatin: 4

* Rojnamevanên gef lê hatine xwarin: 1

* Rojnamevanên hatine astengkirin: 8

 ** Binpêkirinên azadiya fikr û ramanê

* Rojnamevanên ku rastî lêpirsînan hatine: 3

* Rojnamevanên doz li wan hatine vekirin: 5

* Rojnamevanên hatine cezakirin /hejmara kesan: 8

* Cezayê hefsê: 4 sal û 7 meh û 7 roj

* Cezayê pereyan: 14.580 TL

* Rojnamegerên dozên wan didomin/ hejmara dosyayan: 37

* Hejmara kesan: 42

* Hejmara rojnamevanên girtî (3’yê nîsana 2024’an): 42

 ** Binpêkirinên mafên aborî û civakî

* Rojnamevanên ji kar hatine avêtin: 4

 ** Astengkirin û sansûr

* Saziyên weşanê yên hatine cezakirin: 1

* Cezayên pereyan: 15.000 TL

* Biryara qedexeyên weşanê: 11

 ** Astengkirina xwegihandina înternet-medyaya dijîtal

* Malperên înternetê yên hatine girtin: 2

* Nûçeyên hatine qedexekirin: 153

* Astengkirina xwegihandina tora civakî: 5