2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dojeha Naîrobiyê’ û hesabên komplogeran

Di rojên ku Rêberê Gelê Kurd li Kenyayê, têkiliyên CIA û MOSSAD'ê bi MÎT’ê re jî zêdetir dibûn.

Di 7’ê tebaxa sala 1998’an de li Paytexta Kenyayê Naîrobî û li ya Tanzanya Darûsselamê teqîneke mezin pêk hat. Li van her dû welatên cîranên hev ku li ser herêma Rojhilata Navîn a parzemînên Afrîkayê dimînin, avahiyên balyozxaneya Amerîkayê hat hedefgirtin û du teqînên mezin di heman demê de pêk hatin. Li van herdû paytextan di nava deqeyan de 12 jê hemwelatiyên Amerîkayê 213 kesên ji Naîrobiyê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan û 4 hezar kesî zêdetir jî birîndar bûn; di teqîna Tanzanyayê de jî 11 kesî jiyana xwe ji dest da 85 kes birîndar bûn. Her dû teqîn jî ji aliyê El Qaîdeyê pêk hatibûn û tevahiya ajansên cîhanê yên heyî bal dikişandin ser heman mijarê.

Wek tê zanîn ku Naîrobî û Darûselama dê di salên pêş de bi teqîna 11 îlonê ya bi êrîşên li ser bircên cêwî yên li New Yorkê di bîra cîhanê de bimîne.

Jixwe piştî vê teqîna li Naîrobî û Darûsselamê, rêveberiya Amerîkayê di stratejiya xwe ya Afrîkayê de guherînên rasteqîn kirin. Piştî havîna sala 1998’an herdû paytext bûn navendên CIA’yê yên li Afrîkayê. Bi vî awayî kesên biyanî yên diçûn û dihatin Darûselam û Naîrobiyê ji aliyê îstîxbarata Amerîkayê ve dihatin kontrolkirinê.

Ji bo rêwitiya di 2’ê sibata 1999’an a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat revandinê jî bi plan û kontrola îstîxbarata Amerîkayê pêk tê.

CIA her wiha dizanibû ku di balafira taybet a ku di 2’yê sibata 1999’an de serê sibê ji girava Korfuyê ya Yewnanistanê rabû û di saet 11:33’yan de li balafirgeha Jomo Kenyatta ya Kenyayê daketî de, kî heye. Ev balafira ku ne qeydeke wê ya fermî ne jî alake wê ya ku eydî kîjan welatî nebû; dihat gotin ku ji aliyê istîxbarata Yewnenistanê ve hatiye kirêkirinê. Lê di rastiya xwe de balafira eydî Gladioyaya NATO’yê bû û ji Swêdê bi awayekî taybet anîbûn.

Jixwe dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara yekem ji Suriyeyê derketî hertim ji aliyê CIA û MOSSAD ve ji nêz ve dihat şopandin. Heta di 9’ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd ji Suriyeyê derket de  şefe MOSSAD’ê di axaftina xwe ya ji bo Komisyona Meclisê ya Têkiliyên Derve de bi awayekî vekirî digot; dibe ku Abdullah Ocalan li Rûsyayê be jî. Yanî bi awayekî berbiçav Rêberê Gelê Kurd didan şopandin û ev yek di medyaya Rûsya û Tirkiyeyê de dihat gotin.

Di rojên ku Rêberê Gelê Kurd li Kenyayê, têkiliyên CIA û MOSSAD’ê bi MÎT’ê re jî zêdetir dibûn.

Di 2’yê sibata sala 1999’an de balafira Rêberê Gelê Kurd tê, bêyî agahiya Rêberê Gelê Kurd û hevalên pê re, xwe berdida bajarê Naîrobiya Kenyayê. Agahiya Rêberê Gelê Kurd jê nebû ku dê biçin Naîrobiyê, di balafirê de pê dihese.

Di heman balafêrê de her wiha ji îstîxbarata yewnan Savas Kalenderîdîs jî hebû. Dema ku Rêberê Gelê Kurd û hevalên xwe li balafirê siwar dibin, Kalenderîdîs dibêje; ji ber ku îltîcaya Abdullah Ocalan a ji bo Komara Afrîkaya Başûr nehatiye qebûlkirinê, dê berê xwe bidin Kenyayê. Heta ku Afrîka îltîcayê qebûl bike. Kelenderîdîs bi vî awayî derewan dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê wê kêliyê de wiha dibêje: “Dema min navê Afrîkayê bihîst min bertek nîşan da. Kalenderîdîs ji bo şik û gumanên min ji holê rabike soz li ser sozê da û got ‘Tu yê li Balyozxaneya me ya Afrîkayê bimîne. Ew der girêdayî axa Yewnanistanê ye û parêzbendiya wir heye. Tu hêzek ji derveyê me nikare mudaxeleyî vir bike û hûnê li vir bi awayekî bi ewle bimînin. Ewlehiya jiyana we dê were misoger kirin. Her wiha digot ku em bi Afrîkaya Başûr re di nav têkiliyê de ne, heta bersivan wan were, cihên em herin wek rawestgehekê bifikire. Yanî di nav axaftinên wî de qet navê Kenyayê derbas nebûbû tenê digot Afrîka. Pişt re dê aşkere bû ku ev soz tev derew bûn.”

Bêguman ne tesaduf bû ku Kalenderîdîsê ku bi tirkî baş dizanibû ji aliyê îstixbarata Yewnanistanê ve hat hilbijartin. Kalenderîdîs di destpêka salên 1990’î de ji ber ku xebatên îstîxbaratê, bi pasaporta dîplomatîk, li Serkonsolosxaneya Yewnanistanê ya li Îzmîrê hat binçavkirin û 4 salan di girtîgehê de dimîne.

Piştî ku balefira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de, xwe berde Naîrobiyê George Kostoulasê sefîrê Yewnenistanê yê li Naîrobiyê hat pêşiyê. Dema ku Kostoulas, Rêberê Gelê Kurd carek yekem dibîne wiha dibêje: “Ev 20 sal in ku ez bi yekîneyekê re, di NATO’yê de, li ser te lêkolînan dikim. Ez li ezmanan li te digeriyam, vaye tu li erdê derketî pêşiya min.”

Rêberê Gelê Kurd bi hevalên pê re, ji balafirgehê ber bi mala sefirtiyê ve çûn û 13 rojên li Kenyayê destpê kirin. Rêberê Gelê Kurd van rojan wek dojehê pênase dike û vê tiştê dibêje: “Ji bo van rojên wekî dojehên yên li Naîrobiyê 3 rê danîbûn pêşiya min: Rêya yekem mirineke ku bi destên van hêzan a wek demeke dirêj ji ber guhnedana fermanan ya ku wek pêvçûnekî nîşan bide bû. Ya duyemîn hewce bû gotineke CIA’yê nebûya du û diviya bû ez di bin emrê wan de bim. Ya sêyemîn jî teslîmkirina min a Tîmên Şerê Taybet ên tirk ku ji zû de jixwe hatibûn amadekirinê.”

Her rojeke li Kenyayê êdî mîna dojehê derbas dibû û hema bêjin tevahiya paytextên komploger wek ku li ser sêla agir bin diçûn û dihatin. Roja din di 3’yê sibatê de hêzên komploya 9 Cotmehê amadekirî  ketin nav liv û tevgerê sixletî. Di navbera Sekretera Daîmî ya Wezareta Karên Derve ya Kenyayê Kathourima û Balyozê Yewnanistanê George Kostoulas de civîneke veşartî hat lidarxistin. Di heman demê de heyeta bi serokatiya Şefê Îstîxbarata Îsraîlê David Ivry li Enqereyê bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, MÎT û Midûriyeta Operasyonên Serfermandariya Giştî re hevdîtinek pêk anî.

Di wan saetên ku hêzên desthilatdar, komplo organîze kirin, bi dewleta tirk re li ser planên rojên pêş li hev diciviyan; li aliyê din jî Sefîrê Amerîkayê yê Atînayê Nîcholas Burns li Selanîkê li hember qamerayan digot: “Ez di wê baweriyê de me ku der barê Ocalan de çi ji destê Yewnenistanê hat kir.”

Ev serdan û trafîqa dîplomasiya di navbera van dewletan de jixwe têra xwe planên qirêj yên hêzên komploger derxist holê û fikrê ku welatê Kenyayê di çerçoveya plan û lîstikên xwe de neqandine, bi awayekî zelaltir diyar dibû.

4’ê sibata 1999’an di qonaxa komploya Kenyayê de weke roja herî krîtîk kete dîrokê. Sefîrê Yewnenistanê Kostoulas çû wezareta Karên Derve ya Kenyayê û bi sekreterê Daîmî yê bi navê Kathourima re hevdîtin kir. Di êvara heman rojê de yek ji elemanekî MÎTê bi Musteşarê MÎT’ê Şenkal Atasagûn re hevdîtin kir. Di wê hevdîtinê de CIA bi fermana serokê Amerîka Bill Clînton, plana operasyona dîlkirina Rêberê Gelê Kurd ji bo MİT’ê pêş kir.

Jixwe piştî ku dewleta tirk ev plan qebûl kir, wê demê serokwezîrê tirk Bulent Ecevît di rojên pêş de dê bigota: “Di 4’ê sibatê de ji me re agahî hat dayîn ku Ocalan ji Afrîkayê wê bê girtin. Li ser vê yekê jî ev mekanizma têkete meriyetê.”

Her wiha hê di 4’ê sibata ku Rêberê Gelê Kurd li Kenyayê bû, Girava Îmraliyê hat valakirin, girtiyên di wir de şandin hin girtîgehên din. Rojek şûn de valakirina girtîgeha Îmraliyê di hin nûçeyan de cih girtibû lê sedema valakirina girtîgehê nehat diyarkirin.

Rêberê Gelê Kurd têkildarî Naîrobiyê de wiha dibêje: “Di pêvajoya Naîrobiyê de helwesta sefîr Kostoulas hêjayî fêmkirinê ye.  Gelo ew jî hatibû bikaranîn? An gelo ew jî wek parçeyekî ji planê hatibû amadekirin? Min bixwe nikarîbû vê yekê fêm bikim. Beriya ku ez bêm teslîm kirin, qet nehat mala xwe ya ku ez lê dimam. Dema ku xwestin ji sefîrxanayê bi zorê min derînin, bi awayekî tund li hemberî zebaniyên Naîrobiyê sekinî. Lê divê ku ev helwesta wî jî ne ji dil be. Vê carê jî qaşo ji bo çûna min î Hollandayê Pangalos destûr girtiye. Min ji vê yekê bawer nekir. Ji ber ku tîmên taybet yên yewnan li benda bûn ku ez ji mal dernekevim dê bi zorê ez derxista, di kêmîna ku êrîşî min bikin de, sekinîbûn. Polîsên Kenyayê jî bi heman awayî xwe amade kiribûn. Helbet çûyîna Komara Afrîkaya Başûr jixwe wekî çîroka xapandinê mabû. Pêşniyarên mîn ên em xwe biavêjin dêrê an jî Neteweyên Yekbûyî jî tev bi guman bûn. Li ser vê yekê jî min israr kir û li ber xwe da ku em derknekevin.”

Piştî teslîmkirina Rêberê Gelê Kurd bi salan şûn de rastiya çûyîna ji bo Afrîkaya Başûr derkete holê û parêzerê serokê Afrîka yê Nelson Mandella, Essa Moosa di sala 2016’an de, di hevpeyvîneke xwe ya di Ozgur Gundemê de wiha digot: “Ji ber îlllegaliya PKK’ê Ocalan li sirgûnê ma. Ji ber zextên Tirkiyeyê yên li ser welatên din, tu welatekî nexwest mafê penaberiya siyasî bide Ocalan. Ocalan di navbera wan welatan de çû û dihat, nekarî ji tu kesî mafê penabertiyê bistîne. Afrîkaya Başûr ji vê yekê re Amede bû lê di serî de diviya bû Ocalan rêya hatinê bidîta. Ger Ocalan li Kenyayê bimana û xwe gihandiba Afrîkaya Başûr, dê çîrok cuda bûya.”

Yekemîn qevza pratîkî ya plana revandinê ku bi hevkariya CIA-MOSSAD’ê hatibû amadekirin, di 5’ê sibata 1999’an de pêk hat. Ji bo ekîba tirk a ji 9 kesan wê biçûna Kenyayê, ji karsaz Cavît Çaglarê ku yek ji navên kûr ên dewleta tirk e û bi salan di ekîba Demîrel û Çîller de cih digire, balafira taybet a bi navê tîpa Falcon 900B hat xwestin. Ev balafira ku di 10’ê sibatê de çû Ûgandayê, ji bo di 14’ê sibatê de berê xwe bide Naîrobiyê talimat hat dayîn. Li ser dûvekê vê balafira ku gihaşt Naîrobiyê al û jimareya Malezyayê hebû û her wiha bi jimareke sixte hat guherandin.

Di wan rojên ku balafira tirkan gihaştî Naîrobiyê de, zext û çewisandinên yewnan û Kenyayiyan jî li ser Rêberê Gelê Kurd zêde dibûn. Yekser êdî serok wezîrê Karên Derve yê Yewnenistanê Pangalos û şefe îstîxbarata Kenyayê Noan Arap Ta di dewrê de bûn. Pangalos her kêliyê li sefir digeriya û talîmata ‘Ocalan ji qada me ya neteweyî derînin’ dida.

Di 15’ê sibatê de serdegirtina sefirxaneyê pêk hat. Wê rojê di saetên serê sibehê de kesayetên payebilind yên ji îstîxbaratê Kenyayê û ji wezareta Karên Derve li heman cihî kom bûbûn. Sefîrê Kostoulas ji Rêberê Gelê Kurd re got: “Dema te ya li vir, ku me ji bo te veqetandibû bi dawî bû. Divê tu êdî ji sefîrxaneyê derkeve.”

Her wiha daxwaza Rêber Abdullah Ocalan a ji bo rojeke din bi tu awayî qebûl nedikirin. Berêvarkî 5 wesayîtên ku polîsên Kenyayê tê de bûn, hatin li ber mala sefîr Kostoulas kom bûn. Di nav van de şefê Îstîxbarata Kenyayê Noan Arap Ta jî hebû. Li hember van lîstîk û planên komplogeran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tena serê li ber xwe dida û hewl dida ku rêyeke din bibîne. Ji Kenyayiyan re digot ‘Ez ê bêyî garantiya hikûmetê dernekevim.’

Êdî bi biryara Kelenderîdîs ku li ser navê dewleta yewnan girtibû, Rêberê Gelê Kurd bi darê zorê ji sefirtiya Yewnenistanê hat derxistin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan kêliyên revandinê wiha dibêje: “Kesên ku bi darê zorê ez li cîbekî siwar kirim û revandim ji îstîxbarata Kenyayê bûn. Kesên di erebê de hemû reşik bûn, 4 kes bûn. Balkêş bû, dema em hatin balafirgehê ne polîs û ne jî noqteyên kontrolê hebûn. Vê yekê nîşan dida ku her tişt bi awayekî plankirî hatiye amadekirinê. Van her 4 kesên reşik erebe anîn li ber deriyê balafirê dan seknandin. Kesên li derdora balafirê di destên wan de çekên otomatik hebûn. Diviya bû ku ji Îsraîlê bin lê dişibiyan emerikiyan jî. Heta li ber deriyê balafirê jî tirk qet xuya nedikirin, dema ez ketim nava balafirê timên taybet ên tirk bêyî ku tiştekî bêjin, li ser serê min kom bûn û ez avêtim erdê. Her tiştên li ser min kom kirin û bi bandên reş çav, dest û rûyê min pêçan, ez xistim paşiya balafirê. Êdî hêdî hêdî hişê min diçû. Min dikarî bû bi rê ve herim lê min nikarî bû bifikirim. Du saet şûn de ez bi ser xwe ve hatim…”

Rêwitiya 129 rojan a ku ji bo azadiya gelê kurd, destpêkiribû li Kenyayê bi îxanet û lîstokên qirêj ên hişmendiya dewletan kûrewî bi dawî dibû.

Serokek ji bo ku gelê xwe azad bike, di encama lîstokên hêzên kurewî de, teslîmî dijminê wî yê ku bi salan li hember wan li ber xwe dida, dihat kirin. Hem jî bi şikl û şêwazeke dijmirovî dihat teslîmkirinê. Li hember vê yekê hêzên navneweteyî û sazî û dezgehên cîhanê yên ku qaşo azadiya gel û kesan diparastin, binpêkirina mafan tenê temaşe dikirin.

Her wiha hewceyî gotinêye ku welatên ku hem hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî binpê kirin, Xala 1A (2) a Peymana 1951 a Têkildarî Statûya Hiqûqî ya Penaberan ku yekemîn peymana navneteweyî ya derheqê penabertiyê de ye û dibêje; “…kesayetên ji ber nîjad, bawerî, tabiiyeta xwe, endamtiya xwe ya komeke civakî ya diyar an jî ji ber fikrên xwe yên siyasî xetere li ser hebe ku rastî zilmê bên û ji ber vê yekê ditirsin û li derveyî welatê xwe, nikarin ji parastina welatê xwe sûdê bigirin an jî ji ber tirsa heyî naxwazin jê sûd bigirin…” jinedîtî ve hatin. Dema Ocalan diçû van welatan, diviyabû van welatan li gorî Peymana 1951’an têxistiba meriyete.

Lê ji Atîna, Rûsya û Romayê heta Naîrobiyê jî yek ji van welatan mafê Rêberê Gelê Kurd ber çavan negirt û qanûnên xwe jî binpêkirin.