18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Qamişlo li dijî êrîşan meşiya

Gelê Qamişlo li dijî êrîşên tirk ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî li dar xist.

Êrîşên dewleta tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giranî dewam dike. Bi dehan navendê xizmetguzariyê hatin ruxandin. Heta niha bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Berteka şêniyên herêmê li dijî êrîşan bilind dibin.

Herî dawî di 23’ê kanûna 2023’an de dewleta tirk êrîşên hewayî li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybet Kantona Cizîrê bi mûşekên ji balafirên şer û dronan pêk anîbû. Niha jî êrîş didomin. Stasyonên petrolê, elektrîk û saziyên xizmetguzariyê yên Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Kobanê û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn armanc. Li gorî agahiyên ku ji aliyên berpirsyar ve hatibûn girtin, ji ber topbarana dewleta Tirk nêzî 2500 gund li Kantona Cizîrê bê elektrîk mane, çend stasyonên sereke yên petrol û elektrîkê yên Dêrik û Tirbespiyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xizmetê derketine.

Li Qamişloyê komkujî kirin

Li aliyekî din, di encama van êrîşan de heta niha bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Li gorî agahiyên ku ajansên xwecihî yên li herêmê belav kirine, di encama êrîşeke li ser Çapxaneya Sîmav a pirtûkan a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Zêber a 30 salî ku li çapxaneyê kar dikir, jiyana xwe ji dest da.

Di salekê de 2 êrîş pêk anîn

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev cara 2’emîn e di nava salekê de ku êrîşên bi heman rengî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Berî salekê jî êrîşeke wiha pêk hat, lê hîna jî cîhan rola  bêdengiya xwe diparêze.

Ji ber van êrîşan bertek û helwest bilind dibin ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û partiyên siyasî û hêzên leşkerî ku tê de bi tundî van êrîşan şermezar dikin û destnîşan dikin ku ev êrîş rewşa mirovî û ewlehî ya herêmê kambax dike û dibe sedema geşkirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê.

Gel li qadan e

Li hêleke din bertek û helwesta şêniyên herêmê bilind dibe, ji duh ve gel li ser piya ne, gel berê xwe da nexweşxaneyê bajaran ji bo dayîna xwînê ji birîndaran re, di heman demê de meşên girseyî li dar dixin. Îro jî bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û bi tundî kiryarên dewleta Tirk û bêdengiya cîhanê şermezar kirin.

‘Zivistan e, êrîş rewşa şêniyan xirab dike’

Guça Çaçan ji bajarê Qamişloyê beşdarî meşê bûye, helwesta xwe ya tund wiha nîşan dide: “Dewleta Tirk êrîşî sivîlan dike, cihên xizmetguzarî û binesaziyê dike armanc. Em di demeke xirab re derbas dibin, niha zivistan e û sar e, armancgirtina binesaziyê dihêle ku rewşa gel xirab bibe. Eger ev êrîş neyên rawestandin, dê zarokên me ji serma bimrin.”

‘Em gav paş de navêjin’

Di heman çarçoveyê de, Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Perwîn Yûsiv destnîşan kir ku ew rojane bi êrîşên Tirkiyê re rûbirû ne. Perwîn Yûsiv da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan valakirina herêmê ye û got: “Di demekê de ku gel xwe birêxistin dike û hevpeymana civakî ketiye meriyetê de, dewleta Tirk êrîş dike. Dixwaze ku gel birçî bihêle, lewma xizmetguzariyê armanc digire. Ne êrîş, ne dagirkirin û ne jî gefên Tirkiyê yên berdewam dikare ku vîna me bişkîne.”