4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakgerên Nobeta Edaletê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name şandin

Çalakiya Nobeta Edaletê ku li Amed, Stenbol û Wanê di 4’ê kanûnê de dest pê kiribû, berdewam dike. Çalakgerên Nobeda Edaletê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name şandin. 

Nobetên Edaletê yên li Amed, Stenbol û Wanê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku ji aliyê komeleya malbatên girtiyan ve di 4’ê kanûnê de hatine destpêkirin didomin.

Amed

Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 22’yemîn de berdewam kir. Dayikên ku pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kiribûn her tim dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û stranên kurdî gotin. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Pasûrê serdana nobetê kirin.

Rabîa Ataş a di nobetê de axivî, diyar kir ku 22 roj in Nobeta Edaletê digirin û wiha got: “Em dixwazin tecrîda li ser Serokê me û zarokên me were rakirin. Heta ku ranebe dê ev grev berdewam bike, em naxwazin ku cenaze werin. Banga me ji hemû dayikên girtiyan re ye, dayikên ku zarokên wan ne girtî ne jî bila destên xwe deynin bin kevir. Heke çareserî çênebe em ê dîsa derkevin kolanan, mudaxile bikin jî em ê derkevin. Di demeke ku zarokên me di vê rewşê de em nikarin li cihê xwe bisekinin.

Çalakiya nobetê bi serdanan berdewam kir.

Stenbol

Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) hatiye destpêkirin jî di roja 13’emîn de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilarê berdewam kir. Li cihê çalakiyê bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê rakin, ji zindanan re bibin deng” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Malbatên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiya Esenyûrtê serdana welatiyan kir. Di nava rojê de serdan berdewam kirin. Çalakiya Nobetê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) dewr girt.

Girtî Yakûp Akman ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 3’yan a Sîlîvriyê tê ragirtin di dema nobetê de bi dayika xwe Fînce Akman re bi telefonê axivî û diyar kir ku heta çalakiya greva birçîbûnê bi encam bibe dê çalakiya wan berdewam bike. Peyama Akman ji çalakiya nobetê re şand wiha ye: “Heta ku ji birêz Abdullah Ocalan agahî were girtin û pirsgirêka kurd were çareserkirin de ev çalakî berdewam bike.

Piştî peyama Akman malbatên girtiyan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Li aliyê din Komeleya Çandê ya Çêrme-Xorxol-Dep-Gêxiyê (KAYY-DER) ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan re peyamek şand û wiha got: “Em piştgiriyê didin têkoşîna we ya ji bo parastina hebûn, nasname û nirxên çandî yên li vê erdnîgariyê û em berxwedana we ya ji bo doza we ya mafdar silav dikin.

Çalakî bi çepik û tilîliyan berdewam kir.

Wan

Nobeta di pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hate destpêkirin di roja 21’emîn de ye. Gelek kesan serdana nobeta îro kirin. Di serdanê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî yê di nobetê de axivî wiha got: “Tecrîdeke sîstematîk ku 25 sal in li ser birêz Ocalan tê kûrkirin heye. Hevdîtinên bi parêzeran, malbatan re û axaftina bi telefonê hatiye astengkirin. Hezar roj in em agahiyê jê nagirin. Ji ber vê yekê li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê  girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.”

Dîlekçî anî ziman ku tecrîd ji aştî û demokrasiyê re astengî ye û wiha berdewam kir: “Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Birêz Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye, Serokê civakekê ye. Rol û misyona Ocalan ji bo çareseriyê girîng e. Divê rola Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de baş were xwendin.”

Çalakgerên Nobeta Edaletê name şandin

Malbatan piştî serdanan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name şandin. Daxuyaniya li ber PTT’ê hate xwestin were dayîn jî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.