2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Qilebanê di Newrozê de azadiya Ocalan xwest

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Qileban a Şirnexê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye”bi girseyî Newroz pîrnoz kir. Parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) Dayikên Aştiyê û bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi alên DEM Partiyê hate xemilandin. Ji şevê din ve li navçeyê baraneke zêde dibare, lê tevî baranê jî jin û ciwan bi kiras û fîstan, bi şal û şepikên xwe herikîn qada Newrozê.

Qilebaniyên ku xwe bi rengên kesk, sor û zer xemilandin, di bin baranê de govend gerandin. Dîmenên rengîn derketin holê û jin tevî zarokên xwe tev li bûn. Welatiyên kal jî bi şemsiyeyên xwe hatin qada pîrozbahiyê.

Di pîrozbahiyê de Hevserokên DEM Partiyê yên Qilebanê û parlamenterên DEM partiyê Newroz pîroz kirin. Gel û wekîlan piştî axaftinan agirê Newrozê vêxist. Gel dema agirê Newrozê vêxist bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî hunermend Hozan Şervan, Hozan Ercan û Hozan Cesîm derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.