8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin

Çalakiyên Nobeda Edaletê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li 6 bajaran berdewam kir. Malbatan di nobetê de dîsa azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin.

Malbatên girtiyan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Wan, Mêrdîn, Amed û Êlihê çalakiya xwe berdewam dikin.

Wan

Nobeta Edaletê ya TUHAY-DER’a Wanê daye destpêkirin di roja 102’yemîn de berdewam dike. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Artemêtan, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Namzeta Hevşaredariya Artemêtan a DEM Partiyê serdana Nobeta Edaletê ya di avahiyê Rêxistina DBP’ê kirin. Nobet bi deqeyeke rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Di nobetê de Hevseroka DEM Partiyê ya Artemêtanê Reyhan Kaplan xwest barê têkoşînê ne tenê ser milê dayikan be û got: “Divê ser milê me tevan be. Divê em hemû piştevaniya dayikan bikin. Em li cem birêz Abdullah Ocalan û girtiyên xwe ne.”

Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Uyar jî xwest her kes pişgirî bide çalakiya nobetê û got: “Li Wan, Stenbol û Colemêrgê gel bi coşeke mezin tev li Newrozê bû. Ev ne tenê pîrozbahiyek e, di heman demê de bersivdayînekî pergalê ye jî.”

Di dawiyê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya diyar kir ku Newroz ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyameke zelal e û ev tişt gotin: “Dê ev bihar ji me hemûyan re mizgîniyan bîne. Em ji bo edaletê destên xwe dirêj dikin. Xizmên girtiyan jî bi hêviya edaletê çalakiyên xwe didomînin.” Çalakî bi berzkirina dirûşman û gotina stranan dom kir.

Îzmîr

Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya EGE TUHAY-DER û TJA’yê de li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 42’yemîn de berdewam kir. Gelek kesan serdana nobeta ku li Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê didome kirin. Di dema nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” û “Heq û hiqûq edalet” hatin berzkirin.

Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş a di çalakiya nobetê de axivî, wiha got: “Dewlet di vê pêvajoya hilbijartinê de ne dengekê derdixîne ne jî ji dayikan re daxuyaniyekê dide. Ka bila bipirsin. Ev dayik çi dixwazin? Ji bo çi têdikoşin? Em dixwazin ev îşkence, ev zilm, ev çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Heta ku daxwazên wan neyên qebûl kirin em ê piştgiriya wan bikin û nobeta xwe bidomînin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li cem zarokên xwe bin. Sê sal in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Li tu dera cîhanê îşkenceyeke wiha nîne. Em ê li pey

 Amed

Li Amedê Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtîyan re (TUAY-DER) de didome, kete roja 105’emîn. Çalakvanên di nobeta li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome de cih digirin, pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye dinivîsî” li xwe kirin. Nazîme Bayhan a serdana çalakiya nobetê kir, anî ziman ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya dayikan ji Antalyayê hatiye.  Nazîme Bayhan dayikên di Nobeta Edaletê de pîroz kir û got: “Li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Ev tecrîda ku 26 sal in didome, li gelê kurd tê sepandin. Ez dixwazim tecrîd demildest bi dawî bibe. Ji 27’ê Mijdarê ve çalakiya grevê ya li zindanan didome. Wisa xuya dike ku heta daxwazên girtiyan neyên bicihanîn dest ji çalakiya xwe bernadin. Bi heman awayî dayik jî dê Nobeta Edaletê bidomînin. Em dixwazin ev tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin û aştî û azadî were.” Nobet bi stranên hatin gotin bi dawî bû.

Êlih

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 47’an de berdewam kir. Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajêr ên DBP’ê û DEM Partiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobedê kirin.

Dayikên di nobetê de ne, diyar kirin ku dê tev li Newrozê ku sibê were pîrozkirin bin û bang kirin ku herkes li qadê berxwedanê bilind bike.

Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Nobet bi stranên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû.

Mêrdîn

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin berdewam dike. Gelek welatiyan serdana nobetê kirin û piştgirî dan. Di çalakiya nobetê de malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê têkildarî rojevê nîqaş kirin û peyama ku dê çalakiyê bidomînin dan.

Stenbol

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 98’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di Nobeta Edaletê de serdanên ji aliyê welatiyan ve didomin. Çalakvanên ku nobeta xwe didomînin, destnîşan kirin ku heta ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fizîkî pêk were dê çalakiya xwe bidomînin.