3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya û DYA hevkarên dagirkirina Efrînê ne 

Rojnameger Egît Roj diyar kir ku Tirkiye di 6 salan de demografiya Efrînê guherand û zêdeyî 28 baregeh li Efrînê bicih kirine û wiha got: “Talankirin û wêrankirin didome. Lê cîhan li hemberî vê yekê bêdeng e.”

Dewleta tirk bi çeteyên xwe re di 20’ê çileya 2016’an de êrîşî Efrînê kir û di 18’ê adarê de bi temamî dagir kir. Dewleta tirk li ber çavên cîhanê sûcê şer û dermirovahî kir û hîn jî dike.  Rojnamevan Egît Roj der barê rewşa Efrînê de nirxandinên girîng kir. Egît ewil qala rewşa ertnîgarî û civakî kir û wiha got: “Gelheya bajarê Efrînê ji sedî 90 kurd in.  Di warê nasnameyê de herêmeke kurdî ye. Ji sedî 10’ê Efrînê welatiyên ereb lê hebûn.”

Axa wê pir bi bereket e

Rojnameger Egîd Roj bal kişand ser aliyê erdnîgarî û nifûsa Efrînê û ev agahî dan: “Ji aliyê erdnîgariyê û çandiniyê de bajarekî çiyayî ye. Bêtir darên Zeytûnê lê tên çandin. Efrîn li cîhanê bi dar û berên xwe yên Zeytûnê tên naskirin. Zimanê gelê Efrînê kurdî ye. Beriya Şoreşa Rojava û piştî Şoreşa Rojava heta sala 2018’an zimanê gelê Efrînê kurdî bû. Axa Efrînê di aliyê çandinî û çotkariyê de têra debara gel dikir û gelê xwe mohtacî derve nedikir. Ji ber axa wê pir bi bereket e. Di aliyê aborî de pir dewlemend bû. Bi taybet çemên wê û ava wê pir zêde ye. Ji destpêka Şoreşê heta Rêveberiya Xweser û heta sala 2017’an,  gelê Efrînê hemû nirxên xwe parastibû. Ji dîrokê heta beriya dagirkirinê ziman, çand û nasnameya xwe parastibû.”

Gel di nava rêveberiyê de cih girt

Rojnameger Roj, anî ziman ku di aliyê siyasî de jî piştî Şoreşa Rojava pêş ket û şûnde gelek diyalogên siyasî pêş ketin û wiha got: “Di sala 2016’yan de, hamleya Rizgarkirina Şehbayê hatibû destpêkirin.  Wê demê di aliyê siyasî û leşkerî Efrînê piştgiriya hamleyê dikir. Wê demê Tirkiyeyê ji bo rê li pêş hamleya Şehbayê bigire bi navê Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) berê xwe da Cerablûsê.  Tirkiye her tim xwest rê li pêşiya şervanên Kurdistanê bigire.  Di aliyê civakî û xizmeta binesaziyê de, di aliyê hebûn û rêveberiya xweser de, Efrînê têra xwe dikir.  Ji 7 salî heta 70 salî hemû gelê Efrînê dikaribû xwe bi lez bi rêxistin bike. Dema Rêveberiya XWeser hat avakirin û hemû pêkhateyên herêmê Rêveberiya Xweser hembêz kir. Di rêveberiya xweser de rengê jin û ciwanan, rengê çand û siyasetê derxist holê. Efrîn di her aliyê xwe de ji hemû bajarên Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cudatir bû. Ji ber vê yekê Dewleta Dagirker a Tirkiyeyê her tim Efrîn ji bo xqwe wekî gef didît.”

Efrîn gula zêrîn e

Rojnameger Egît Roj, da zanîn ku Efrînê tu carî gef li Tirkiyeyê nexwar û wiha axivî: “Çapemeniya tirk her tim digot ‘Efrîn zextan li mendîqê dike.’ Ez wê demê li Efrînê bûm. Hêzên leşkerî û gelê Efrînê tu zerar neda Tirkiyeyê. Tu gef li ewlehiya Tirkiyeyê nexwar. Çapemeniya wan her tim xwest aloziyan derxin û rê li pêş hamleya Rizgarkirina Şehbayê bigirin.  Piştî DAIŞ li Iraqê û Sûriyeyê têk çû, Tirkiye tengav bû. Xwest DAIŞ ji nûve li Tirkiyeyê zindî bike. Çima Efrîn dagir kirin? Ji ber ku Efrîn di herêma Rojava û axa Sûriyeyê de Gula zêrin e. Hem bi axa xwe û hem bi erdnîgariya xwe pir dewlemend e.  Dîsa ji bo hemû Rojava û  ji bo YPG, YPJ’ê jî di aliyê manevî de herêmek pir bi qîmet e. Pir bi taybet e. Loma dagirkeriya tirk ket nava hewldanên dagirkeriyê.  Ev tenê bi destê Tirkiyeyê pêk nehat.

Di pêvajoya hamleya Rizgarkirina Şehbayê de Rûsya wê demê dewleta garantor bû. Rûsa xwest zextan li ser rêveberiya xweser, li ser hêzên YPG, YPJ û HSD’ê bikin. Di aliyê siyasî û leşkerî de li ser herêmê zext zêde kirin.  Vêye hêz da Tirkiye ku Efrînê dagir bike. Li ser erêkirina hêzên garantor wekî Rûsyayê û hêzên koalîsyonê, Tirkiye di 20’ê Çileya 2018’an  ket axa Efrînê.”

Piştî DAIŞ têk çû Tirkiye êrîşî Efrînê kir

Rojnameger Roj, diyar kir ku bi taybetî piştî DAIŞ li Reqqa, Tebqa, Kobanê û gelek bajarên ku navend bû têk çû û piştî ev bajarên navend ked destê HSD’ê, her wiha piştî operasyona Dêrazorê dest pê kir, dewleta Tirkiyeyê ev yek hezm nekir û dest bi operasyonê kir û got: “Efrîn di aliyê çandî, dîrokî, civakî û erdnîgarî de xwedî taybetmendiyên gelek dewlemend in. Ji bo vê yekê Tirkiye her tim wê ji bo xwe wekî dijmin dît. Piştî 6 salan li Efrînê çi hat guhertin. Dema em li rewşa Efrînê ya 6 salan binerin, dagirkirina Efrînê li ser mîraseyekê pêk hat. Ev mîrayek,  nasnameya kurdî ye. Ewil xwestin demokratifê biguherînin û dest bi guhertina dîmografîyê kirin.  Mudaxaleyî demokrafiyê kirin. Piştî dagirkirina Efrînê ji sedî 80-90 gelê Efrînê ji axa xwe û warê xwe koçber bûn. Koçî axa Şehbayê bûn. Li ser Efrînê felaketek pêk hat. Di serî de dewleta tirk berpirsiyarê vê felaketê ye.  Piştî dagirkerî û koçberiyê bi sedan komên çeteyan ên xîlafetê hatin li vir bi cih bûn. Çeteyên wekî Arteşa Azad, Ehrarî Şam, El Şerqîye û gelek çeteyên ku di lîsteya terorê de ne, li gel dagirkerên Tirkiyeyê êrîşî Efrînê kirin û li Efrînê bi cih bûn.  Niha li Efrînê bi cih bûne. Heta niha gelek talankirin û wêrankirin  pêş xistine. Gelek zerarên mezin ên erdnîgarî kirine. Van hemûyan bi destê çeteyan pêk tînin. Tirkiye heta niha bê navber 6 salin guhertina demografiyayê pêş dixe. Talan û wêran dike.”

Warên dîrokî talan kirin

Roj, bal kişand ser talankirin û wêrankirina li Efrînê û wiha berdewam kir: “Ewil hemû niştecihê Efrînê koçber kirin. Dewleta tirk gelek warên dîrokî kolan û talan kirin. Gelek darên zeytûnan û milkê gelê Efrînê yên giranbuha talan û wêran kirin. Dîsa di warê leşkerî de mudaxale kirin. Çawa ku li başûrê Kurdistanê bi operasyonan bi cih dibin, li Efrînê jî hêzek mezin a leşkerî bi cih kirin û mayînde kirin.  Zêdeyî 28 baragehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Efrînê hene. Ev di aliyê leşkerî, siyasî û demografiyê de xetereyek mezin e. Bi vê dagirkeriyê Efrîn ji cewherê wê yê rastîn dûr xistin. Bi sedan çete lê bi cih kirin û armanca esasî xwestin nasnameya Efrînê biguherînin. Di milê aborî de hemû milkên xelkê talan kirin.  Dîsa dest dirêjî gelê Efrînê yên li gund û navçeyên xwe man kirin.  Gelek welatî dîl girtin. Perê wan ji wan girtin û serbest berdan.  Dest danîne ser milkê wan. Bi deh hezaran darên Zeytûnan rakirine û li Tirkiyeyê firotne.  Ya din jî baragehên leşkerî li Efrînê  çêdikin. Ji bo demokrafiyê biguherînin destûr dane ku bi sedan çete li ser axa Efrînê bi cih bibin. Dewleta dagirker ji bo komên çete razî bikin, destûr dide ku mal û milkê Efrînê talan bike û li ser axa Efrînê bi cih bibe.”

Cîhan li hemberî Efrînê kor e  

Roj bal kişand ser helwesta dewletên cîhanê jî û wiha lê zêde kir: “Ev guhertina demografîk, talankirin, wêrankirin û dagirkerî li pêş çavê hemû dewletên cîhanê pêk tê. Lê hemû dewletên cîhanê çavê xwe ji vê yekê re digire.  Îro ji sedî 10 nasnameya kurdî maye an nemaye em nikarin erê bikin. Kesên li vir bi cih kirine ji Şamê, ji bacarên cuda yên Sûriye û Tirkiyeyê anîne li vir bi cih kirine.  Her çend di talankirin, wêrankirin û guhertina demokrafiyê de sûcê çeteyan pir e, lê hemû berpirsiyarî û sedem dewleta tirk e. Ev hemû bi destûr û erêkirina Tirkiyeyê pêk tê.

Dixwazin Efrînê wekî Îskenderûnê bikin. Eger berxwedana gelê Şehbayê nebûya niha Efrîn kiribûna wekî Îskenderûnê. Berxwedana ku li axa Şehbayê pêş dikeve, hemû hewldanên Tirkiyeyê vala derdixe. Sekna gelê Şehbayê îro pir hêja û bi qîmet e. Gel ji bo dîsa vegere Efrînê bê navber di nava berxwedaneke dîrokî de ye. Yên vê berxwedanê pêş dixin hêzên leşkerî yên gelê Efrînê ne. Her tim êrîşî dagirkeran dikin û tirsek mezin xistine dilê dagirkeran.”

Gelê Efrînê bi heviya dîsa li Efrînê vegerin dijîn

Rojnameger Roj, li ser nêzîkatî, bawerî û heviyên gelê Efrînê jî rawestiya û got: “Gelê Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûye hêvî û bawer dike ku dê rojek ji rojan Efrîn ji destê çeteyan bê rizgarkirin û dîsa li warê xwe û axa xwe vegerin.”

Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Şehbayê didomin

Roj li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şehbayê jîu rawestiya û wiha pêde çû: “Gelê Efrînê bi vê bîr û baweriyê 6 sal in li dijî dagirkerî, talankirin û wêrankirinê li ber xwe didin. Niha êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şehbayê didomin.  Gel heta niha her roj bedelê van êrîşan dide. Tirkiye bi balafirên SîHA, balafirên şer û topbaranê êrîşên xwe berdewam dikin. Bi êrîşên fireh gel dikin hedef.  Dîsa di aliyê derûnî, di aliyê aborî û siyasî de gel xistine nava dorpêçê. Îro ev dorpêç jî bi destê rejîma  Baas a Sûriyeyê pêk tê. Li aliyekî dewleta tirk a dagirker, li aliyê din Rejîma Baas a Sûriyeyê gelê Efrînê li Şehbayê dorpêç dike. Derst dirêjiya li dijî gelê Efrînê her roj berdewam dike. Niha dixwazin di aliyê derûnî de gel vê carê ji Şehbayê jî koçber bikin û birevînin. Bi destê çeteyên îranî dixwazin dest bavêjin ciwanên Efrînê yên li Şehbayê. Dixwazin wan têxin nava tiryakê û komên çete.  Gelêi Efrînê îro li Şehbayê jî bi dorpêç û êrîşan re rû bi rû ye. Çar alî dixwazin gelê Efrînê di qirkirinê re derbas bikin.  Êrîşek pir taybet û berfireh heye. Dest dirêjî zarok, ciwan û xwezayê dikin. Deverên dîrokî talan dikin. Niha siyaseta qirkirinê di asta jor de didome.”

Herî dawî Egît Roj anî ziman ku gelê Efrinê piştî koçberî Şehbayê bû jî tevî hemû şert û mercên xerab, li dijî van şerên taybet ên aborî, derûnî û leşkerî li ber xwe dide û got: “Gel li ber xwe dide. Gel di ferqa xwe û hebûna xwe de ye.  Hêvî û baweriya gel şervanên gel ên li dijî dagirkeran şer dikin e. Em dagirkirina  Efrînê wekî perdeya reş û roja rej dibînin. Li dijî vê yekê têdikoşin.”