18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Rojava komkujiya Qamişloyê şermezar kir

Gel li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesên di Serhildana 12’ê Adarê de hatin qetilkirin bi bîr anîn. Li Kantona Hesekê bi boneya salvegera 18’mîn a Serhildana Qamişlo çalakiyên cûda hatin lidarxistin. Meclîsên navçeyên Dirbêsiyê, Şedadê, Til Temirê û navçeya bakur a Hesekê yên kantona Hesekê daxuyaniyeke hevpar da. Daxuyaniya li Dirbêsiyê bi beşdariya dehan endamên meclîsê li qada Şehîdan ji aliyê Hevseroka Meclîsê Terfa Welî ve hate xwendin. Daxuyaniya Meclîsa Şedadê li qada avahiya meclîsê ji aliyê endamê meclîsê Fadil Hisên ve û daxuyaniya meclîsên navçeya bakur ji aliyê hevseroka meclîsa navçeya bakur Remedan Fetah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serhildana 12’ê Adarê destpêka bilindkirina dengê azadiyê, hilweşandina rejîma despot û ya netewperestî ye ku bi salan siyasetên dûrxistin û înkarkirinê li dijî gelê kurd dimeşand. Di daxuyaniyên meclîsan de soz hate dayîn ku dê gav pêş de bavêjin û têkoşînê bidomînin heta ku tevahî daxwazên Serhildana 12’ê Adar û avakirina civakeke demokratîk a pir rengî pêk werin. Piştî daxuyaniyan bi dirûşmeyên silavkirina Serhildana 12’ê Adarê hatin berzkirin.

Til Temir

Bi heman armancê Meclîsa Mablatên Şehîdan a Til Temirê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan daxuyaniyek da. Daxuyanî li qada avahiya meclîsê ji aliyê endamê rêveber ê PYD’ê Idrîs Yûnis ve hate xwendin

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Serhildana Qamişlo ya 2004’an di dîroka nûjen a Sûriyê de xeleke veguhertinê ya girîng bû, rejîma Baas bi rêya wê hewl da fitneyê di navbera Kurd û Ereb de derxîne. Bûyerên wê demê  ku di  maça futbolê ya di navbera tîmên Fitiwê û Cîhad de rû dabûn hatibûn plankirin, di encama tundî û serdegirtina bêserûber de bi dehan Kurd şehîd bû û gelek jê jî birîndar bûbûn.”

Hol

Rêxistina PYD’ê ya navçeya Holê jî semînerek li ser Serhildana Qamişlo, sedem, bandor, encamên wê û qonaxên pêşketina heta destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê da. Semîner bi beşdariya dehan endamên partiyê, şênî û rûpsiyên navçeyê ji aliyê endamê rêveber ê PYD’ê Emar Mûsa ve hate dayîn. Mûsa anî ziman ku hikûmetê werzîş bi kar anî da ku berjewendî û armancên xwe li herêmê pêk bîne û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serhildana Qamişlo tovê şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an bû.