7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Rojava komploya 15’ê sibatê şermezar kir

Gelê Rojavayê Kurdistanê li Eyn Îsa, Şehba, Tirbespiyê û Kobanê bi çalakiyên girseyî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bi çalakî û civînên cuda bal kişandin ser 15’ê Sibatê û komploya navdewletî şermezar kirin.

Eyn Îsa

Meclisa Jinan a PYD’ê ya Girê Spî ya Herêma Firatê der barê Komploya Navneteweyî ya ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de semînerek da. Semîner li avahiya Meclisa Jinan a PYD’ê ya li navçeya Eyn Îsayê bi amadebûna rewşenbîr, hiqûqnas, siyasetmedar, rûspiyên eşîran, nûnerên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dayîn.

Hevseroka Meclisa PYD’ê ya Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl bi dîmenekî sedem û armancên komployê û beşdarên wê şîrove kirin. Bêrîvan bal kişand ser pêvajoyên têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û ramanên wî. Bêrîvan Îsamîl pêngavên navneteweyî yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan vegot û diyar kir ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî berdewam bikin heta armancên pêngavê pêk werin.

Tirbespiyê

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê jî meşek bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan hate lidarxistin. Meşa ku bi sedan şêniyên navçeyê tevlêbûn, ji pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan a navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdên azadiyê hatin hildan. Bê navber jî dirûşmên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê hatin berzkirin. Meş li Qada Azadî rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Li vir bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Kîwan Kînan axivî. Kîwan Kînan komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got: “Hêzên komploger xwestin di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de vîn û berxwedana gelê Kurd têk bibe. Lê gel bi says ramanên Rêber Abdullah Ocalan li ser pêya ye. Ev skna gel bi xwe nameyeke ji komplogeran re ye. ”

Kîwan Kînan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha dom kir: ” Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî herêmên me dike û pêşengên me dike hedef. Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û jinên ciwan em ê li hember van êrişan berxwedan û têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Şehba

Li navçeya Fafînê ya kantona Efrîn û Şehbayê çalakiyeke protestoyî ji aliyê Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniyek der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hate dayîn.

Endama Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê Fehîma Kalo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovî û cîhanê hate kirin ku pêşî li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bigirin. Her wiha ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Kobanê

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo dest bi meşa dirêj kir. Meş dê 3 rojan dewam bike.

Meş ji çerxerêya navçeya Sirînê destpê kir û dê ta navçeya Qinê bimeşin. Ciwanan di meşa xwe de bê navber dirûşmeya”Bê Serok Jiyan Nabê” û ” Soza me întîqam” berz kirin.

Beriya meş dest pê bike hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Ehmed Werzîş axivî û wiha got; “Em komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar dikin, em ê her tim li ser piyan bin da ku em Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîzîkî di nav xwe bibînin. Rêber Apo bi destê dewletên navneteweyî bi kompoyekê hat dîlgirtin. Em wek ciwanên şoreşger dê her tim têkoşînê bilind bikin da ku em Rêber Apo bi fîzîkî di nav xwe de bibînin. Bila dewleta Tirk a dagirker baş bizanibe ku em ciwan tu carî bêdeng namînin û em ê her tim berxwedanê bilind bikin.”

Ehmed Derwîş di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Em wek tevgera ciwanan tu carî bang li dewletên navneteweyî nakin, banga me li gerîlayên azadiyê ye ku pişta me ne. Em ê hetim tê bikoşin û çalakiyên xwe mezin bikin. Em tu carî bêdeng namînin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”