19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Beyrûdê komplo şermezar kirin

Jinên Beyrûdê bi armanca salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber avahiya Komîsyona Neteweyên Yekbûyî çalakî li darxistin û gotin: “Em ê têkoşîna xwe bilinttir bikin.”

Jinan duh li ber avahiya Komîsyona Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê li darxistin, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 25 sale li greva Îmralî dibin tecrîdek girankirî de tê girtin, bang li civaka navnetewî, mafê mirovan û saziyên alîkariya mirovî kirin. Çalakiya ku ji aliyê komeleya çand û civakî ya Newroz ve hatî organîzekirin, ji derveyî hejmarek zêde kesên Lubnanî û Kurd ku hemwelatiyên Lubananê ne, sendikaya giştî ya karkeran jî di nav de hejmarek zêde ya komele û endamên sendikayan bejdar bûn. Di çalakiyê de dem dem dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Ji Ocalan re Azadî’ hatin bilind kirin. Derbarê komployê de axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de Kongra Star daxuyanî da û wiha got: “Ji ber salvegera 25’emîn a komploya navnetewî li dijî Rêber Abdullah Ocalan em li ber Navenda Giştî ya Netewên Yekbûyî ne. Bi giştî Beyrûd komploya li dijî gelê Kurd hatî pêkanîn şermezar dike. Welatên komploger, li Rojhilata Navîn ji bo sîstema xwe ya hegomonîk berdewam bike ev komplo plan kirin. Li dijî pergala Netewa Demoqratîk a ku Rêber Ocalan derxistî, dixwazin projeya mezin ya Rojhilata Navîn bixin meryetê. Hezên komploger ji bo li Rojhilata Navîn berjewendiyên xwe biparêzin polîtakayên şer xistine meryetê. Li Rojhilata Navîn ji derveyî guherîna demografiyê, şerê leşkerî, aborî, derûnî û biyolojik dide meşandin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê têkoşînê hê bilintir bikin û wiha hate gotin: “Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan ku ji bo azadiya jinan û rizgariya wan gelek tişt kirî bi dehan jinan canê xwe feda kir. Tevî hemû plan, êrîş û binpêkirina mafê mirovên ên dewleta tirk, Rêber Ocalan ji hemû mafê xwe hatî bê par hiştin, ev komplo bi têkoşîna bê hempa ya Rêber Ocalan hate vale derxistin. Mucîdê jiyana azad li greva Îmralî pergala Netewa Demokratîk  ya Rêber Ocalan, rê li ber çareseriya hemû pirsgirêkên civakê vedike. Li ser navê Kongra Star li Lubnanê, komploya li beramberî Rêber Ocalan şermezar dike û em destpêkê bang li CPT, hemû hêzên navnetewî, rêxistinên mafê mirovan, dikin ku berpirsyartiya xwe ya exlaqî û mirovî bi cih bînin. Divê zextê li dewleta Tirk bikin parêzer tavilê biçin Îmralî hevdîtin pêkbînin û derbarê rewşê de zanyariyek baş bide.”