21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Şehebayê 2 şehîdên xwe bi girseyî veşartin

Gelê Şehbayê cenazeyên Cemîl Nasan û Îsmaîl Hesen ên di êrîşa balafirên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê bi heybet spartin axê

Endamên Hêzên Têkoşîna Li  Dijî Madeyên Hişbir Cemîl Nasan û Îsamîl Hesen 8′ê cotmehê di êrişa hewayî ya dewleta tirk de li gundewarê Dêrikê jiyana  xwe ji dest dan. Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên her du şehîdan ji Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergirtin û bi berî dan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehizê ya Şehbayê.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Şaziya Îbrahîm sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û rola şehîdan a parastina destkeftiyên şoreşê û ewlehiya herêmê vegot.

Endamê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Dilsoz Efrîn anî ziman ku plana dewleta tirk koçberkirina gelê kurd û  dagirkirina qadek mezintir e.

Dilsoz Efrîn bal kişand ser durûtiya Erdogan û got: “Erdogan li pêşberî çapemeniyê hevxemiya xwe ji bo zarokên Filistînê radigihîne û dibêje ku herêm bi tîbûnê re rû bi rû ye, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên herî hov dike, binesaziya herêmê dike armanc, avê qut dike, zeviyên çandiniyê dişewitîne, zarok û kesên bi temamî bi hovîtî qetil dike.”

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hikmet Reşîd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ew ê têkoşînê berdewam bikin heta Efrîn û hemû deverên dagirkirî rizgar bikin.

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûken Ehmed wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” hatin veşartin.