spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Temel ê HPG’î bi girseyî defin kirin

Malbata Temel cenazeyê kurê xwe Ramazan Temel ê HPG’î ku li herêma Omerîya di şer de jiyana xwe ji dest da li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi girseyî defin kirin

Endamê HPG’ê Ramazan Temel di 10’ê cotmehê de li herêma Omeriyan a navçeya Nisêbîna Mêrdînê di şer de ji yana xwe ji dest da. Malbata endamê HPG’ê Ramazan Temel di 11’ê cotmehê de ji Wêranşarê çûn Mêrdînê, lê cenazeye kurê xwe nas nekirin. Piştre ji bo testa DNA’yê xwîn dan. Piştî testa DNA’yê mînakê xwînê li hev derketin. Piştî testên xwînê hev girtin, malbat îro dîsa ji Navçeya Wêranşarê çûn Mêrdînê û cenazeyê kurê xwe Ramazan Temel girtin û anîn Wêranşarê. Malbatê bi merasimeke mezin ku bi sedan kes kom bûn, cenaze hildan ser milê xwe û birin Goristana Asrî ya Wêranşarê. Bi sedan kesan cenazeyê Temel di bin dorpêça polîs û cendirmeyan de birin goristanê. Lê ji ber ku polîs û leşkeran destûr neda girse derbasî goristanê bibe, tene 15 kesan cenaze girtin û li goristanê spartin axê.

Malbatê piştî cenaze spartin axê, endam û rêveberên KATDER, DBP, HDP’ê jî di navde bi sedan kes çûn taxa Emiroglu û serdana malbata Temel kirin û sersaxî xwestin.

Endamê HPG’ê Bîlal Şahîn jî di heman dîrokê û heman operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû û li navçeya Bismila Amedê di 11’ê cotmehê de spartibûn axê.