spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kameravanê Reutersê di êrîşa Îsraîlê de hat kuştin

Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Filistinê de kameravanê Reutersê hat kuştin û 5 rojnameger jî birîndar bûn

Şerê di navbera Îsraîl û Fîlîstinê ku di 7’ê cotmehê de dest pê kir didome. Di hefteyekî şer de li Gazzeyê Hezar û 900 mirov û li Şeria ya Rojava jî 49 kes hatin kuştin. Îro di êrîşa Îsraîlê de jî kameravanê Ajansa Reutersê hat kuştin

Kameravanê Ajansa Reutersê Îssam Abdullah di êrîşa Îsraîlê ya li herêma Alma Şaab a li ser sînorê navbera Lubnan û Îsraîlê de hat kuştin. Di êrîşê de 5 rojnameger jî birîndar bûn.

Televîzyona Al Jazzera ku navenda wê li Katarê ye, li cihê bûyerê weşana zindî kir û diyar kir ku 2 rojnamegerê birîndar bûne xebatkarên wan in. Televizyonê da zanîn ku maşîneya bûye hedefa êrîşê bi temamî şewitî ye. Rayedarekî Îsraîlî jî ku nexwest navê xwe bide, anî ziman ku bûyerê lêkolîn dikin.

Ajansa Reutersê jî daxuyaniya nivîskî da û anî ziman ku Kameravanê wan Îssam Abdullah di êrîşê de hatiye kuştin.