28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujerê Bagdû 9 sal in serbest digerin

Hevjîna Rojnameger Kadrî Bagdu yê 9 sal berê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat qetilkirin, Şemsê Bagdu diyar kir ku kujerên hemû kurdan diyar in, lê yek jî nehatiye darizandin û cezakirin. Şemsê Bagdu anî ziman ku ew ê heta dawî hesab bipirsin

9 sal bere Rojnameger û belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû di 14’ê cotmeha 2014’an de ji pişt ve rastî êrîşê hat û bi awayekî dijmirovî hat qetilkirin. Dema rojnameger û belavkarê Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Kadrî Bagdu li Taxa Ova ya semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhana Edeneyê bi duçerxê rojname belav dikir, DAIŞ’ê li nava rojê ew ji pişt ve qetil kirin. Li Tirkiyeyê ku li her kolan, kuçe, tax, navçe û li ser her rêyê kamera û MOBESE hene û dema polîs dixwazin bersûcan di nava çend saet û rojan de digirin; 9 salborîn lê hêj kujerên Bagdû nehatine dîtin û nehatine darizandin. 9 sal borîn, lê di lêkolîna dosyeya lêpirsînê ya Bagdû de tu guhertin û pêşketin tune ye. Tu delîl nehatine komkirin. Wê demê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, gotibû “Ne bûyereke terorî, bûyereke edlî ye” û dosyeya wî daxilî nava kiryar nediyaran kiribû. Çendî ku di sala 2016’an de Servet Koç ê DAIŞ’î bi dîmenan û bi nivîskî awayê pêkanîna cinayetê vegotibû jî, lê dîsa jî di dosyeyê de tu pêşketin çênebûn.

Balkêş e bi sedan mirov li gel ku tu têkiliya wan bi buyeran tune ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin û ji aliyê dadgehan ve tên girtin û ceza kirin. Lê kujerên Bagdû li nava bajar û di saetên rojê de Bagdû qetil kirin û 9 sal in serbest diğerin.

Parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek bi hinceta “lêpirsîneke çalak nehatiye kirin” 2 sal berê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Lê AYM’ê jî hîn der barê serlêdanê de biryarek nedaye.

Parêzerê malbatê Bek, diyar kir ku dosyeya cinayetê di nava yên kiryar nediyar de ye û çendî dozgerî û midûriyeta polîsan dizanin ku Bagdû ji aliyê kîjan hucreya DAIŞ’ê ve hatiye qetilkirin jî, bûyer ji roja ewil ve wekî bûyereke edlî û hisûmetê tê nîşandan. Beg da zanîn ku di heman rojê de Ahmet Albay û Yûsûf Gulduren jî ji aliyê hema hucreya DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin.

Bek anî ziman ku îtirafkarê DAIŞ’î Servet Koç di êrişeke hewayî ya TSK’ê de hatiye kuştin û got: “Ji ber pêwendiya desthilatê bi DAIŞ’ê re heye ev cinayet nayê çareserkirin.”

Hevjîna Bagdû Şemsê Bagdû jî li ser koçkirina Kadrî Bagdu ya ji Sêrtê heta Edeneyê û karê belavkariyê yê Bagdu axivî. Şemsê Bagdû anî ziman ku wan di salên 1990’î de ji ber zext û zilma dewletê ji Sêrtê koçî Edeneyê kirin û wiha got: “Di salên 1990’î de hêzên leşkerî bala xwe ji me venekirin. Ji ber vê yeke em hatin Edeneyê. Li Edeneyê jî dest ji me bernedan û zext li me kirin. Piştî zarokên me mezin bûn vê carê li ser zarokên me zext zêde kirin. Zarokên me ji ber zextên dewletê belav bûn. Hinek hatin girtin û hinek reviyan.  Kadrî jî piştî hat Edeneyê di ÎHD’ê û HADEP’ê de cih girt.”

Şemsê Bagdû, da zanîn ku Kadrî Bagdû di sala 1994’an de dest bi belavkariya rojnameyê kir û wiha axivî: “Kadrî zêdeyî 17 salan Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem belav dikir. Rojê di navbera 300-400 rojname belav dikir.  Hin rojan hebû heta 500 rojnameyî belav dikir. Li çar taxên Edeneyê rojname belav dikir.”

Şemsê Bagdû anî ziman ku navbera wî û aboneyên rojnameyê gelek baş û germ bû û wiha berdewam kir: “Navbera wî û aboneyan gelek baş bû. Dilê tu kesî nedihişt. Her roj di saeta xwe de rojname digîhand aboneyan. Tu carî karê rojnameyê li erdê nedihişt. Çavê aboneyan li benda rojnameyê nedima.”

Kujer li ber çavan e

Bagdû diyar kir ku 9 sal di ser kujerên wî re derbas bûn, lê hêj kujer nehatine darizandin û wiha pêde çû: “Heta niha kujerên tu kurdan nehatiye aşkere kirin. Ew jî kurd e û kujerên wî jî nayên aşkerekirin. Mûsa Anter jî di navde kujerên tu rojnamevanên me nehatine aşkerekirin. Yê wî jî aşkere nakin. Kujer di deste wan de ye. Kê kiriye dizanin. Ew her tiştî dizanin. Lê ceza nakin. Kujer heta niha nehatiye darizandin. Em bawer nakin ku ji niha û şûnde jî bê darizandin. Heta kujer neyên dîtin û neyên cezakirin em ê di qirika wan de bin. Em ê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa biçin. Kujerê Kadrî li ber çavên wan e. Heta niha ji bo delîlan li dosyayê zêde bikin tu tişt ji me nepirsîn. Heta nuha tu pêşketin tune. Heta dawî em ê vê dozê bişopînin.”