17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Serhedê li Erdişê agirê Newrozê geş kir

Agirê Newrozê yê yekem bi şiyara “Dem Dema Serfektinê ye” destpêkê li navçeya Elkê ya Şirnexê hat vêxistin. Îro jî li navçeya Erdîşê ya Wanê Agirê Newrozê hilbû. Di saetên serê sibehê de bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan qada Newrozê. Pîrozbahiya Newrnozê li Hala Zêrzewatan pêk hat. Kesên ku hatin qadê di nuqteyên kontrolê re derbasî qadê bûn. Qada Newrozê bi alên DBP û HDP’ê hat xemilandin. Gelek jin û ciwan li qadê cihê xwe girtin û bi stranên ku tên gotin govend gerandin. Agirê Newroza Serhedê yê yekemîn li Erdîşê hilbû. Bi vêxistina agir re bernameya Newrozê dest pê kir. Pîrozbahî bi axaftinan didome.