19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê li Dayika Aştiyê Soylû 6 sal û 3 meh ceza birî

Dayika Aştiyê Meryem Soylû ya 79 salî ji lêpirsîna der barê Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî, Alîkarî û Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER) de tê darizandin. Danişîna 4’emîn a doza Soylû ya ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Soylû beşdar nebû. Şandeya dadgehê ya ku hatibû guhertin, zabitên danişîna berê xwend. Dozger mutalaya xwe pêşkêş kir û îdia kir ku Soylû ya endam û rêvebera MEBYA-DER’ê ye di nava xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku hatibû girtin de wek “kadro” xebitî ye. Dozger xwest ji ber sûcê “endamtiya rêxistinê” Soylû were cezakirin.

Parêzer Muhîttîn Muguç jî îtîrazî mutalaya dozger kir û xwest muwekîla wê were beraetkirin. Lê şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Soylû birî.