6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Nobeda me di bin zilmê de bi berxwedanê didome’

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît di roja 374’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û nobed girtin. Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku nobeda wan di bin zilmê de didome û bi berxwedanê berdewam dike. Şenyaşar wêneyê ambûlansa nîşan da û got: “Ambûlans parçe parçe kirin. Bavê min tê hewarê û carek din ji nexweşxaneyê derneket. Em dixwazin bi serdozger re hevdîtinê bikin, lê deriyê wî li me girtî ne. Raya giştî li benda daxuyaniya dozgeriyê ye. Bila Serdozger û Waliyê Rihayê nebin şirîkî vî sûcê mirovahiyê. Em edaletê dixwazin. Wek din tiştekî naxwazin.”