12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 3 hefteyan de windahiyên giran ên şerê Ukrayna û Rûsyayê

Êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê 3 hefte temam kirin û di encamê de windahiyên gelekî mezin û giran li pey xwe hiştin. Bê guman wekî hemû şera û pevçûnên aliyên derûnî yê şeran jî heye û her aliyek windahiyên xwe vedişêre û yê dijberê xwe mezin dike.

Li kêleka windahiyên leşkerî gelek windahiyên aborî yên Rûsya û Ukraynayê çêbûne. Di encama êrîşan de binesaziya gelek bajarên Ukraynayê hatiye wêrankirin û êdî bi salan ew welat nema bi ser xwe ve tê. Ji aliyekî din de hem di encama lêçûnên şer de û hem jî di encama amabargoyên giran ên li ser Rûsyayê, bandoreke mezin li aboriya wî welatî jî hatiye.

Bandora vî şerî ne tenê li ser wan herdu welatan li bandora xwe li ser aboriya gelek welatên din jî kiriye, bi taybetî welatên ku dan û standinên aborî bi wan herdu welatan re dikirin.

Li gorî agahiyên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê wan 128 cihên leşkerî yên artêşa Ukraynayê wêran kirine, 7 ji wan cihên hilanîna çekan û cebilxaneyan bûne, her wiha 111 balafir û 68 helîkopter û 160 balafirên bê mirov ên Ukraynayê xistine.

Ji aliyekî din ve Ukraynayê jî da xuyakirin ku heta niha zêdeyî 8 hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin û bi dehan tank û wesayitên zirxî ji alî artêşa Ukraynayê ve hatine imhakirin. Her wiha li gorî raporeke istixbarta Amerîkayê di şerê van 3 hefteyan de zêdeyî 7 hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin. Rapora Istixbarata Amerîkayê wiha dibêje: “ Rûsyayê di 20 rojan de zêdeyî 7 hezar leşkerên xwe winda kirin, Amerîkayê bi salan li Iraq û Afganistanê şer kir lê ewqas leşkerên xwe winda nekirin.”

Bi her halî windahiyên herdu aliyan jî gelekî mezin û giran in û heke bi riya diyalogê negihên peymaneke agirbestê û li hev nekin dê ev hejmar gelekî zêdetir bibe û ji bo herdu welatan jî dê encamên gelekî giran bi xwe re bîne.