2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê Newrozê  li gundên Amedê geş dibe

Gelê Amedê li gund û taxên navçeyên Peyas, Pîran, Hênê û Hazro yên Amedê agir hilkir û Newroz pîroz kir. Gel di pêşengiya  rêxistina DBP’ê û HDP’êde bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li gundê Gozelî  yê Navçeya Peyasê agirê Newrozê hilkir û Newroz pîroz kir. Bi sedan kes li dora agir kom bûn û bi dirûşmeya “Newroz pîroz ne” govend gerandin. Piştî pîrozbahiye bang li welatiyan kirin ku her kes beşdarî Newroza mezin a 21’ê Adarê bibin. Li gundên Degirmen û Kelekçî yên Pîranê jî gel di pêşengiya DBP û HDP’ê de agirê Newrozê pêxistin. Rêveberên HDP û DBP’ê ewil belavok belav kirin û gel dawetî Newroza Amedê kirin û piştre li qadên gund agir pêxistin û govend gerandin. Komê bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” serz kir.

Rêveberên HDP’ê yên Hênê jî li gundên Gumeç û Serenê û gundikê Koçero  li malan geriyan û gel dawetî Newroza mezin kirin. Piştî belavok li gel belav kirin, li gundan agirê Newrozê pêxistinû Newroz pîroz kirin. Li navçeya Hezro jî rêveberên HDP’ê yên Hazroyê li gundê Gozlu  Newroz pîroz kir.