2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin û îmaja wêjeyî

Jin di wêjeya kurdî ya gelêrî de bi çend temsîlên arketîpîk û motîfên binas derdikeve pêş me. Bi gelemperî bi sê awayan mirov dikare rol û fonksiyona jinê ya di nav vegotinan de dest nîşan bike. Yek, wek temsîla arketîpa dayikê ye – ku C. G. Jung di teoriya xwe de bi berfirehî pênaseya wê arketîpê dide.

Wek mînak Werdê’ya dayika Kerr û Kulikên bira û Rûdabe’ya dayika Rustem temsîla hişmendiya hevpar a civakê ne. Ew jin tecrûbeya xwe ya sirûştî û civakî vediguhezînin lehengan, pêşbîniya bûyerên pêşerojê dikin û hişyariya xetereyan didin. Du, jin wek jina bedew xuya dibe û xelata biqîmet, xelata serkeftina leheng temsîl dike.
Bi navên wek Zîn, Perîxan, Gulperî, Xec û yên din xwe dide kifşê, dibe armanca serpêhatiya leheng û li benda mêrê serkeftî ye. Temsîla sêyem jî jina fêtkar e ku xwedî xasyeteke neyînî ye. Dîsa jî, jina fêtkar her çi qas nêyînî xuya bike jî dibe bayîsê hewldan û xîreta leheng û jê re motîvasyonekê çêdike. Bi rêya temsîldariya nebaş, rêya tecrûbekirina ya baş vedike li pêş leheng.

Li jor me bi kurtî qala îmaja jinê ya di wêjeya gelêrî de kir. Gelo di wêjeya modern a kurdî de temsîla jinê çi qas li gor îmaja jina kevneşopî ye û çi qas guherî ye? Bêguman bersiva vê pirsê yekcar nabe bê dayîn. Ji bo vê hem lêkolînên li ser berhemên edebiyata kurdî ya nûjen pêwîst dikin û pê re jî divê fikr û ramanên giştî û angaştên wan bi dest bikevin. Di vê nuqteyê de wek pêşniyazek da ku bibe çarçoveyeke ji bo nirxandina berheman a mê-navend hewce ye ku mirov bi çend hevokan behsê bîne ser Maureen Murdock û teoriya wê ya serpêhatiya (lehengê) lehenga jin. Maureen Murdock li hember teoriya Rêwîtiya Leheng a J. Campbell têgeha Rêwîtiya Lehengê ya mê-navend derdixîne pêş û teoriya xwe li ser rêwîtiya lehanga jin ava dike. Murdock rêwîtiya lehenga jin bi deh qonaxên sereke formule dike.

Lehenga Murdock dest bi rêwîtiyeke hundirîn dike. Her çi qas rêka wê ji dervazeyên ser rûyê erdê derbas bibe jî, ew, destpêkê vedikişe hundirê hebûna xwe û pê re dide pey hin şopên ku hemzayendên wê ji demên qedîm tê re derbas bûne. Di vê rêwîtiya lehenga jin de qonaxa yekem veqetîna ji mêbûnê ye. Piştre jî bi dorê qonaxên wek: wekhevbûna bi yê nêr re, rêya ber bi ceribandinan, bidestxistina serkeftina xapînok, çêbûna hestên zuha yên giyanî, daketina xwarê ya li ba xwedawendê, daxwaza xurt a pevgirêdana bi zayenda mê, qenckirina perçebûna wek dayik û keçikê, tên û dawiyê jî serpêhatî bi qenckirina nêrbûna birîndar bi dawî dibe.

Vêca di çarçoveya nêrînên Murdock de, hêjayî lêkolînê ye ku mirov lê binêre bê ka serpêhatiya jinê bi çi awayî di berhemên edebî de pêk tê, gelo karakterên jin di çîrok û romanan de serî heta dawiyê li dora çerxê gera xwe temam dikin. Her wisa di berhemên nivîskarên jin de serpêhatiya jinê bi çi awayî ji ya berhemên nivîskarên mêr cuda dibe. Xaleke din jî ew e ku mirov bipirse gelo mimkun e jin çerxa vegotinên pevbestî berevajî bizivirînin, an ku jinê bikin navenda nivîsîn û xwendina berhem û pratîka edebî? Û vê tiştê jî bêyî ku li benda guherînên civakî be, bikin.

Car hene nivîskarên çîrok û romanên kurdî qesta guhertina îmajên civakî dikin lê di gelekan de ew qest wek daxwazekê, wek hewldanekê dimîne. Ew daxwaz û hewldan bi tena serê xwe têrê nake ku bi ser nav û hesabê jinê sêwiraneke giştî ya civakeke cuda, cîhaneke nip û nû, wate û pêhisînin berevajîkirî û arkeolojiyeke nû ya metna edebî saz bibe.
Wisa xuya ye ku em ê di qada wêjeyê de li ser temsîla jinê ya îro û cudatiyên wê yên ji temsîla kevneşopî hêj pir biaxivin û binivîsin. Di vê navê de, divê derfetên helwestên radîkal jî neyên paşguhkirin. Ew jî xwendin, şîrovekirin û ve-nivîsandineke mê-navend e ku tê de şîroveyên-piroleyî û manîpulasyon jî dê bê guman hebe.