17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrên Ukrayna û Rûsyayê li hev civiyan

Roja 10’ê adara 2022’yan Wezîrên Karên Derve yê Ukraynayê û yê Rûsyayê li bajarê Antalya yê Tirkiyeyê hevdîtin kirin.
Di roja 15’mîn a şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê bi navbênkariya Tirkiyeyê li bajarê Antalyayê hevdîtinek di navbera Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Ukraynayê Dmitri Kuleb de pêk hat.
Bi armanca berfirehkirina diyaloga di navbera Ukrayna û Rûsyayê de û lihevkirineke ku rê li ber şer û pevçûnan bigire ev hevdîtin cara yekemîn di asteke bilind de di navbera herdu welatan de pêk tê.

Beriya niha çend caran heyetên herdu welatan li ser sînorê Belarûsyayê hevdîtin kiribûn û di encamê de agirbesteke demikî hatibû îlankirin da ku sivîl ji bajarên dorpêçkirî yên Ukraynayê derkevin. Lê wekî ku tê gotin bi roj agirbest bû û bi şev dîsa êrîşan destpê dikir.
Hêjayî gotinê ye ku piştî 15 rojên şer hem Ukrayna û hem Rûsyayê dixwazin ku çareseriyeke bê şer û pevçûn peyda bikin.

Wiha xuyaye ku Ukraynayê jî dê gavan paş de bavêje, beriya çend rojan serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskî da xuyakirin ku ew amade ne ji daxwaza tevlibûna NATO’yê gav bi paş de bavêjin. Zelenskî wiha gotibû: “NATO ya ku nikaribe şerê Rûsyayê bike û me biparêze, hewce nake em di tevlîbûna wê de israr bikin.”
Ev jî tê wateya ku gav paş ve avêtiye û peyamekê dide kesên ku ew li şer sor kirin. Welatên Rojava û bi taybetî Amerîkayê di dema ku Rûsyayê amadekariya êrîşan dikir de, wan sozên piştgirî û alîkariyê didan Ukraynayê.
Jixwe şertê sereke yê Rûsyayê jî ji bo rawestandina êrîşan ew bû ku Ukraynayê dest ji daxwaza tevlîbûna NATO’yê bibe.

Ji aliyekî din ve Rûsyayê jî ji ber êrîşan bi ambargoyên gelekî dijwar re rû bi rû ma û dê bandoreke mezin li ser aboriya wê bike, lewre çêtire ku van êrîşan rawestîne.
Wiha xuya dike ku herdu alî jî naxwazin ku ev êrîş û şer berdewam bike û dibe ev hevdîtin bibe bingeha lihevkirineke berfireh di navbera herdu welatan de.

Tevî ku daxuyaniyên piştî vê hevdîtinê hatin kirin tu gaveke berbiçav an jî agirbesteke mayînde bi dest nexist lê mirov dikare bêje ku hevdîtineke girîng bû, ji ber ku cara yekemîn bû ku di asta wezîran de diyalog di navbera wan de çêdibe.
Bi her halî Ukraynaya ku hêviyên xwe yên mezin bi piştgiriya DYA û Ewropayê piştî êrîşên berfireh ên Rûsyayê, dereng be jî giha wê baweriyê ku piştgiriya ji NATO û DYA’yê hêvî dikirin ne wiha ye.

Ji aliyekî din ve Rûsyayê jî hêvî nedikir ku ewqas bertekên zêde û ambargoyên giran bibin bar li ser pişta aboriya welatê wan. Lewre herdu alî jî dê ji ber encamên neyênî yên êrîşan hinekî din şert û mercên çareseriya bi rêya diyalogê derxînin pêş û dest ji çareseriya leşkerî berdin.