15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji hêsirên ji bo Helebçeyê heta bêdengiya li Werxelê

Nivîskarê Rojnameya Welat Takor Zerdeşt, vê hefteyê di quncikê rojnameyê de bi minasebeta 34’emîn salvegera komkujiya Helepçeyê der barê polîtîkayên îkar, îmha û komkujiya li dijî kurdan de  nivîsî. Takor Zerdeşt, di nivîsa bi sernavê “Ji hêsirên ji bo Helebçeyê heta bêdengiya li Werxelê” de destnîşan kir ku vîna radestbûyî ya partiyên kurdan dihêle ku li dijî kurdan komkujî pêk bê.

Nivîsa Tarok Zerdeşt a di rojnameya Welat de bi giştî wiha ye:

“Gelê sivîl ê Helebçeyê di 16’ê Adara 1988’an de bûne qurbaniyê îradeyek radestbûyî ya partiyên kurd ku di bin fermana dagirkeran de ne.

Ew partiyên xwe wekî nûnerên azadîxwaziya gelê kurd didan nîşan dan, gelê Helebçeyê kirin berxê qurbanê. Xwe kirin xwînxwarê wan û bi wê xwînê xwe gihandin bîrên neftê, gihandin serwetek bi milyar dolaran û li pey xwîna gelê Helebçeyê bezandin. Li ser xwîna bi sed hezaran gelê qirbûyî yên hatin enfalankirin li koşk û şaneşînên Tehran, Bexdad û Enqereyê rûniştin. Ne tenê li van deran li Ewropa û Amerîkayê jî di koşkan de rûndinên.

Tu serkirdeyek li vê cîhanê nema ku rayedarên başûrê Kurdistanê pê re wêne nekişandibe û vê yekê li ber çavên raya giştî parve nekiribe. Ji bo berjrwendiyên xwe welat parçe kirin. Lê tenê gelê wê bi xwe tu rojek xweş nedîtiye.

Paşmayên şerefa neteweyî ji berhemên xwezayî bigire hetanî şoreşgerên gelê kurd li qadên berxwedanê, ji jehra li ser Helebçeyê hetanî kimyabaranên li ser Werxelê, Avaşîn û Behdînan tenê wan nanê xwe di xwînê de heland û wêneyên di gel xwînxwaran kirin tabloyek ji mînaka xencera li pişta Emerê Xawer hat çikilandin.

Karesta Helebçe jî encama wan protokolên hizbên kurdî ya (Bereya Kurdistanî) di gel rejîma Îranê ji bo ku du sal beriya bûyerê bi fermana Îranê pêwîst bû ew di bin biryarên wan de di nava Iraqê de tevbigerin û bê biryara rejîmê her rengê peywendiyeke wan di gel Iraqê dihat qedexe kirin. Di heman demê de her rengê alîkariyeke van aliyan di gel rejîma Îranê de dihat misoger kirin. Yek ji rêkeftinan jî ev bû ku pasdarên Îranê dest deynin ser bîrên neftê yên li Kerkûkê. Her wek çawa 3 roj piştî kîmyabaranê rejîma Îranê kesek bi navê “Rezayî”  kire qeyumê li ser cendekê bajarê wêranbûyî ê Helebçe û peyamekê ji bo partiyên Bereya Kurdistanî dişînin û dibêjin: “Nabe tu baregeheke we li vê derê hebe”. Hem jî bê agehdarkirina wan her hatin û çûyîna pêşmergeyan li vî bajarî qedexe hat îlan kirin. Kewata nek tenê tu wecek di van protokolan de ji bo gelê kurd nebû belkî teslîmbûna bê şert û merca ber destê rijêma Îranê jî bû, tenê cih guherînek di nava dijminan de hatibû kirin, wek çawa di roja îro de jî li cihê Seddam Husên niha tirk hatine bi cih kirin.

Dema pêşmerge pê bi pê di gel pasdarên Îranê dakevin nava Helebçê, wê çaxî teslîm bûnê rolê xwe dîtibû, teslîmbûna ku tenê pêwîst bû tawana wê gelê sivîlê Helebçe bi qurban bûna 5 hezar jin û zarokên bêtawan bidin.  Ya rast wan Helebçe kir berxê qurbanê ji bo ku xwe li ser bidin jiyandin. Li gorî belge û şahidên bûyera wê demê her wek bi xwe jî di îfadeyên xwe de tînin ziman Seddam sê rojan li ser vê bombebaranê hişyariyê dide gelê sivîl ê Helebçeyê. Lê dema gel dixwaze ji bajar derbikeve pêşmerge rê li ser wan digirin û nahêlin kes derbikeve. Lê ew bixwe tevî pasdarên Îranê li derdora bajar dikevin nava çeperan û dimînin, temaşe dikin ku ka dê çawa cenazeyên jin, zarok û kalan bikevin ser hev û ew jî bikin dîmenên trajediya ji bo rewakirina nav û dengên xwe.

Li gorî belge û şahidiya kesên wek Newşêrwan Mistefa piştî vê karesatê leşkerên rejêma Îranî ket talana bajêr,  aliyên Bereya Kurdistanî jî ji bo ku ji wan paş de nemînin herçî tiştê diket ber destê wan talan dikirin.

Piştî bûyerê cîhan daye hejandin heman tawanbar her yekî ji wan tasek girtin destê xwe û kolan kolan li cîhanê geriyan û hêsirên çavan ji bo paqijkirina rûyê xwe yê qirêj rijandin. Bê ku yek pêngav ji bo vî bajarê ku bi navê şehîd hat paşnavkirin were avêtin.  Tiştê ku heta roja îro hê jî didome. Jixwe piştî hilweşîna rejîma Baasê hindek tawanbar û firokevanên kîmyabarana Helebçe ji aliyê serkirdeyên partiyên Başûr ve hatin efûkirin.

Li demekê ku ev bûyer weke komkujiyekî regezî di cîhanê de dihat dîtin yek pêngav li ser nasandina vê dosyayê  wek komkujiya kurdan nehat avêtin, ev li demekê ye ku sê şirketên ser bi dewleta Almanya (TUI-Karl Kolb-Herberger Bau) di berhemanîna van madeyên kîmyawî de di gel Sedam dest hebûne. Lê heya niha jî dîrok dubare dibe.

Jehra li qadên gerîlayên ku bergiriyê li şeref û deskeftiyên vî gelî dikin hê jî bi destê Seddamê serdemê tê reşandin û hê jî destê heman serkirdên bi nav kurd di destê celadên dagirkerên Kurdistanê de ne.  Ji encama kîmyabaranên dewleta tirk bi sedan xelkê sivîl li Behdînan bi jehrê ketin lê PDK ji bo desteka di gel rejîma tirk ev bûyer ji ber çavê raya giştî veşart.

Ew komkujiya ku dikarîbû li kêlek tevaya hovîtiyên din yên di dîroka sedsala gelê kurd de heyî pirsa kurd weke jenosîd û qirkirinek regezî bi cîhanê bide selimandin, komkujiyên ku ji Koçgirî, ji Amedê, ji Agrî, ji Dêrsimê, ji Geliyê Zîlan û bi dehan mînakên din berjêrî dibû, agirê ku bi qirkirna sed hezaran kurdên bi ayetên Enfalê hatine qir kirin û kîmyabaran kirin, bizir kirin, aware kirin, êdî îro ev agir gurtir bû, agirê ku hat û ciwanên parçe parçe buyî yên Roboskê jî girt, tev li laşê ji hev parçe buyî yê wan kesên li kolanên Enqerê di nava posterên xwe yên diruşmên aştiyê hatinî pêçan, jehra ku hat û gihîşte çiyayên bihuştên Kurdistanê. Heman agir û heman kîmyawî li Qereçoxê, li Werxelê û Avaşînê, heman zalim û xedar, heman kurdê mirî û çavşorê pariyê ku di xûnê diniqilîne, hemû bê tu daxwaziyek fermî ji aliyê kesên ku li jêr navê nunertiya gelê kurd bi dehan salan ten dizî û talanan dikin hemû man bê xwedî.

Pirsa herî sereke ya van xunxwazan tenê ji bo nirxê nefta vê xakê, nirxê dar û kevirên vê xakê di nava reşbazarên kompaniyayên tirk de, di nava meydanek bêderî, bêdîwar û bêxwedî. Van partiyên ku xirabtir ji dijmin û talankeran çav danîn ser sermaya vî gelî, bi rastî jî ber aqil nîne mirov daxwaz jê bike birîneke biçuk a wek Helebçe belko tu takeke kurd jî derman bikin.

Hêjî cade û kolanên Helebçe wêran in, bêav û bêelektirîk in. Hêjî zarokên derçoyên zanîngehan li Helebçe li ser cadeyan ji neçarî mijulî karên serbixwe û kasibkariyan in. Hêjî bi hezaran nexweşên paşmayî ji jehreke beriya 34 salan bêçare û bê tedawî dimînin. Hêjî zarokên nîv mirov li vî bajarî ji dayik dibin, hêjî zarokên ji malbata xwe winda mayî li pey nîşanekê ne ku bikaribin xizmên xwe nas bikin. Mînakek wê zarokekê paşmaya karesata Helebçe birêz Bukan Hesen e ew kesê ku zaravê kurdî soranî xistiye kêlek 70 zimanên cîhanî di googleyê de û 113 hezar wergêran ji bo zimanê kurdî di mikrosoft de kirîn, yekem kurdê dahênerê ku spasnameyek taybet ji şirketa googleyê wergirtî û wek yek ji 100 gencên bi bandor hat hilbijartin, gencê ku piştî dawî anîna zanîngehê bi pilek baş li ti cihekê welatê xwe nehatî wergirtin.

Piştî karesata Hîroşîma û Nakazakî ku zêdetirî şêst hezar kes bûne qurban, Japonya tenê piştî 15 salan bû yek ji welatên herî pêşkeftî yên cîhanê. Ji bo ku ev salveger kirin roja nûkirina soza pêşvebirina welat û misoger kirina xoşguzeraniya gelê xwe.

Çendî ku çarçoveya bilind kirin an vê karesatê di destê serkirdên vê herêmê de be zîndî kirina yada vê karesata dîrokî hîç wateyek xwe nîne, dervayî sifkatî kirnek beramber qurbaniyan, dervayî binecî tir bûna kursiya desthilatdarên diz û neberpirsiyar. Pêwîste ev qêrîn û nalîn êdî dawî lê were anîn, li dewsa wê diruşmên hawara beriya 34 sala ji bo van qurbaniyan bikeve kêlek nalîna keç û lawên kurd li qadên gerîla  ku îro hêjî di heman gaza kîmiyayî de di xeniqin û cîhana direwîn xwe ker kriye, pêwîste vê rojê bikin roja bidestve anîna daxwaziyên gelê paşmayê vê karesatê, bikin roja bilind kirna peyama gelê kurd jibo di nava dadgehên navdewletî de cezakirna herçî kompanî û dewletên gazên kîmyauy berhem tînin û dixin ber destê hovên ji mînaka Sedam û Erdoganan..

Divêt ev roj bibe roja bilind kirna pankartên diruşmên: êdî bese gelê kurd bi gazên jehrê qir kirin û paşî jî bazirganî bi rondikên wan kirin.”

Çavkanî: https://rojnameyawelat2.com/ji-hesiren-ji-bo-helebceye-heta-bedengiya-li-werxele/