28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm navê Parka Mehmet Sîncar guhert

Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Qoserê hatiye kirin navê Parka Mehmet Sîncar guhert û navê “Tepe Başi Parki” lê kir.

Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê îlona 1993’yan de li Êlihê ji aliyê endamên Hîzbullahê û JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin. Şaredariya Qoserê di sala 2005’an de li ser navê Mehmet Sîncar park çêkiribû. Qeymeqamê Qoserê ku wek qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin cara duyemîn navê parka Mehmet Sîncar guhert. Qeyûmê Qoserê cara ewil di sala 2017’an de navê parkê guhertibû. Piştî ku rêveberiya HDP’ê di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de şaredarî dîsa qezenc kiribû, navê Mehmet Sîncar dîsa li parkê kiribû. Qeyûm/Qeymeqamê Qoserê Huseyîn Çam navê Mehmet Sîncar ji parkê bir û navê “Tepe Başi Parki” lê kir.

Di deriyê yekemîn ê Parkê de navê Mehmet Sîncar û peykerê wî bêxwedî hat hiştin. Birayê Mehmet Sîncar, Alî Sîncar ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û bertek nîşanî guhertina navê parkê da û wiha got: “Kekê min mebûsê vî gelî bû. Li Êlihê hat qetilkirin. Meclisa vî bajarî vê biryarê da û navê Mehmet Sîncar lê kirin. Ji destpêka avakirina parkê ve navî wî lê kiribûn. Guhertina navê parkê me xemgîn kir. Mirov bixwaze nexwaze xemgîn dibe. Li ser navê nirxên gel çi hebe, ji aliyê qeyûman ve tê talankirin û tunekirin. Gelê Qoserê îradeya xwe bijart, lê qeyûm tayînî şûna îradeya xelkê kirin. Ji me re eşkere dibêjin, ‘hûn kî ne, em îradeya we nas nakin, em ê vir birêve bibin, çiqas nirxên we hebin em ê tune bikin’. Me cihê dikin. Ji me re dibêjin, ‘hûn tune ne û em nirxên we binpê bikin’. Vê yekê tînin serê xelkê me. Tehamûla wan li hember navê Mehmet Sîncar jî nemaye. Ji me û nirxên me aciz in. Lê ew çi jî bikin, Mehmet Sîndar nirx û vîna gelê me ye.”