18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Silêmaniyê li dijî PDK û Tirkiyeyê daket qadê

Bi sedan welatiyên Silêmaniyê bi pêşengiya jinan li dijî êrîşên dewleta tirk û PDK’ê yên li herêmê daketin qadê. Di 17’ê nîsanê de Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li qadên parastina medya yên herêma Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşên hewayî kir. Şer didome. Welatiyên Silêmaniyê bi pêşengiya jinan daketin qadê. Çalakiya meşê ya bi pêşengiya jinan ji Kolana Salim a bajêr dest pê kir. Jin heta bi mûzeya Emne Sûreke meşiyan. Girseyê di meşê de pankarta “Silav li berxwedaniya gerîla, na ji dagirkerî û nokeriyê re, belê ji bo têkoşîna hevbeş” vekir û wêne û dovîzên ku dagirkerî û hevkariya PDK’ê teşhîr dikin rakirin. Girseyê di meşê de wêneyên jinên pêşeng ên kurd jî hilgirt. Girseyê bê navber dirûşmeyên ku li dijî Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê hêrsa xwe tînin ziman berz kir.