18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna parastina gelê kurd

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê û hikûmeta Kazimî roja 17’ê Nîsanê li dijî başûrê Kurdistanê dest bi êrîşa dagirkeriyê kirin. Beriya vê êrîşê bi du rojan yanî 15’ê Nîsanê Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr berzanî li Enqerê bi serokê rejîma faşîst Erdogan û musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re rûnişt.

Êrîşa ku piştî vê hevdîtinê dest pê kir ji aliyê gelê Kurd ve wek êrîşa îxaneta xanedaniya malbata Berzanî tê pênasekirin. Ev malbata ku îro serkêşiya hikûmeta herêma Kurdistanê dike, ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û hizbî ji roja hatiye ser postê desthilatdariyê heta îro dewlemendiyên herêma Kurdistanê pêşkeşî neyaran dike. Di çarçoveya hevkariya bi neyaran re îro li dijî destkeftiyên gelê kurd di nava îxaneteke mezin de ye.
Her çendî PDK bi hemû hêza xwe ya ragihandin û dîplomatîk hewl dide vê hevkariyê înkar bike jî rastiya li qada şer tê jiyîn nayê înkarkirin û bi hemû zelaliya xwe li ber çava ye. Li gorî agahiyên ji qadên şer tên PDK ji bo artêşa dagirker bi hêsanî êrîş bike hemû alîkariyê dide. Têkildarî mijarê şefê rejîma faşîst Erdogan di civîna partiya xwe de axifî û bal kişand ser tevgera dagirkeriyê û ji ber hevkariya wan spasiya PDK’ê û Hikûmeta Kazimî kir.
Ev îxanata PDK’ê ya ji aliyê hevkarên wê ve hatiye piştraskirin li welat û derveyî welat rastî nerazîbûnên mezin tê. Di van nerazîbûnan de diyar dibe ku êdî xeteriya li ser destkeftiyên gelê Kurdistanê tê dîtin. Cara yekem e ku li seranserî Kurdistanê ji her beşa civakê li dijî îxaneta PDK’ê di vê astê de nerazîbûn bi pêş dikevin. Bêguman gel li dijî îxanetê bi her awayî piştgiriyê dide têkoşîna gerîlayên Kurdistanê.

Divê bê zanîn ku li dijî van êrîşên qirker yekem hêza ku gelê kurd û Kurdistanê diparêze gerîla ye. Tevî hemû êrîşên bi çekên qedexekirî û piştgiriya dewletên NATO’yê jî gerîlayên Kurdistanê li dijî van êrîşan bi hemû hêza xwe destkeftiyên gelê kurd diparêze. Ji aliyê din ve divê bê zanîn ku ger dewleta tirk û hevkarên wê li dijî gerîla biser bikevin wê demê li seranserî Kurdistanê tama jiyanê ji gelê kurd re namîne. Gelê ku îro di ferqa vê rastiyê de ye bi hemû hebûna xwe piştgiriyê dide têkoşîna gerîla ya mafdar. Lewma em dikarin bibêjin têkoşîna gerîla ya li çiyayê Kurdistanê tê wateya têkoşîna parastina rûmeta gelê kurd.
Ez di wê baweriyê de me ku çalakiyên gel ên li dijî dagirkeriyê tên lidarxistin, moral û motîvasyona gerîla bilind dike. Gerîlayên ji van çalakiyan moral digire wê bi hêz û berxwedaniyek mezin xwedî li îradeya gelê kurd derkeve. Ev jî têkiliya xurt ya di navbera gerîla û gel de hatiye avakirin radixe ber çavan.

Em dikarin bibêjin ku li seranserî Kurdistanê gelê kurd bi hemû hebûna xwe ji doza mafdar ya gerîla bawer dike. Gerîlayên bi sekn û têkoşîna xwe ji bo gel bûye pîvana jiyana rast, îro li dijî êrîşên dagirkeriyê hebûna vî gelê qedîm diparêze.
Gelê kurd ê zane û têgihiştî, rastiya di navbera îxanetkarên ku di her firsetê de dewlemendiyên vî welatê qedîm pêşkeşî neyaran dikin û gerîlayên ku bi hemû hebûna xwe gelê xwe diparêze, dibîne û fam dike.

Çalakiyên gel ên li gerîla xwedî derdikevin tên vê wateyê. Gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê êdî gihaştiye wê zanebûnê ku ji derveyî gerîla tu hêzên din nikarin hebûna wî biparêze. Ji ber vê rastiyê li çar aliyê Kurditanê gel bi hemû hebûna xwe xwedî li gerîlayên xwe derdikeve.

Aliyên ku di her firsetê de ji bo berjewendiyên xwe yên teng, dewlemendiyên gelê kurd pêşkeşî neyaran dikin û li ser wê xwe dewlemend dikin, ji vê têkiliya di navbera gel û gerîla de hatiye avakirin nerehet in. Hewl didin bi nûçe û gotinên nerast, vê doza mafdar qirêj bikin û ji armanca wê dûr bixin. Lê êdî ji ber ku gelê kurd van diz û derewkaran baş nas dike tu qîmetê nade van gotinên wan.
Kesên berjewendiyên xwe yên şexsî dixin pêşiya berjewendiyên welat û li ser wê hebûna xwe li ser îradeya gel ferz dikin, ne mimkûn e ku ji bo parastina welat û gel têkoşîneke bi wate bidin meşandin. Wek di rastiya PDK’ê de tê dîtin hemû bûne xulamên ber deriyên hin welatên cuda.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo li herêmê îradeya kurdê azad têk bibe û têkoşîna kurdan lewaz bike van kesan bi kar tîne. Di serî de xanedaniya malbata Barzanî û hevalbendên wê di vê mijarê de alîkarên herî xurt ên dewlata dagirker in. Lewma di çavên gelê kurd de xayîn dê tu carî nikaribin temsîla îradeya kurdên azad bikin.

Gelê kurd bi hemû hebûna xwe li gel têkoşerên gelê xwe ye, li kêleka kesên ku li dijî dagirkeriyê û êrîşên qirkirinê têdikoşe. Lewma gerîlayên îro li kûrahiya newal û çiyayên Zapê li dijî dagirkeriyê têdikoş in, têkoşîna hebûna kurdên azad dide meşandin.
Ji ber vê yekê xwedîderketina li gerîla xwedîderketina li hebûna xwe ye. Gelê ku îro ev rastî fam kiriye tevî hemû astengî û qedexeyan li dijî dargikeriyê dengê xwe bilind dike.