4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Wanê lîstik xera kir

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, têkildarî biryara YSK’ê ya Bajarê Wanê û çalakiyên gel nirxandin û got:  “Civakê careke din got ‘Yên bi hilbijartinê hatin dê bi hilbijartinê biçin’. Carek din nîşan da ku dê li vîna xwe xwedî derkevin.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, têkildarî biryara YSK’ê ya Bajarê Wanê û çalakiyên gel nirxandin kir û wiha got: “Di vê hilbijartinê de gelek têgehên ku bandorê li ser Tirkiyeyê û herêmê bikin hene. Lê li gel vê yekê piştî encama hilbijartina li Wanê biryara YSK’ê ya  Bajarê Wanê, rojev guhert. Piştî sanaryoya ku berê hatibû amadekirin û plankirin, çavê her kesî çû ser bajarê Wanê. Di vê biryara YSK’ê ya bajar de bêhiqûqiyek pir zelal û ferasetek pir zelal a qeyûm hat pêşberî me. Xwestin vê ferasetê ji nûve zindî bikin û darazê ji bo xwe bikin amûr. Vê mînaka li Wanê nîşanî me da ku ev feraset hêj zindî ye û heye. Bi taybetî rojek beriya hilbijartinê Serdozgerê Komarê yê Amedê serî li dadgehê dide. Heyeta dadgehê jî bi lez kom dibe û 5 deqîqe beriya mesaiyê biryarê distîne. Mirov naxwaze vê yekê bawer bike. Ev nîşan dide ku hin kesan beriya hilbijartina 31’ê Adarê sanaryo amade kirine û xistine meriyetê. Piştî encama hilbijartinê diyar bû û şûnde, bi lez û bez li ser navê namzetê partiya duyemîn îtîraz dike. Em duşemê vê yekê fêr bûn. Min fam kir ku hin kesan pir zelal sanaryo nivîsandiye û xistiye meriyetê. Nîşan da ku piştî hilbijartinê di serî de li Wanê xwestin li gelek bajaran têxin meriyetê.”

Gel dengê xwe bilind kir

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, da zanîn ku piştî ev lîstik derket holê tevan dît di serî de kurd û hemû alîgirên hiqûq û demokrasiyê yên Tirkiyeyê li dijî vê yekê dengê xwe bilind kirin û wiha axivî: “Ev helwesta gel û hêzên demokrasiyê pir bi wate û bi qîmet bû. Demek dirêj e, piştî salên 2015-2016’an li Tirkiyeyê li ser mafê azadiya ramanê, mafê civîn, meş û xwepêşandanan zextên pir zêde hebûn. Lê gelê Wanê bi vê helwesta xwe ya demokratîk ev nêzîkatî şikand. Gel helwesta demokratîk nîşan da û li vîna xwe xwedî derket. Divê mirov vê yekê ji dil pîroz bike. Hemû saziyên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl ên ku ev neheqî dîtin li dijî wê bertekên xwe anîn ziman û helwest nîşan da. Ev pir bi qîmet û wate ye. Diyar kirin ku kî kengî bixwaze nikarin li gorî xwe hiqûqê bikin amûr û bikar bînin. Diyar kirin ku li gorî xwe nikarin mudaxaleyî encama hilbijartinê û demokrasiyê bikin.”

Nahît Eren, da zanîn ku di encamê de Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryar da û wiha pêde çû: “YSK’ê îtîraza ku hatiye kirin qebûl kir û biryara YSK’ê ya Wanê red kir. Li gorî min vê helwest û refleksa gelê kurd û saziyên civakî û hemû alîgirên demokratîk, encamek girîng bi dest xist. Destkeftiyek girîng bi dest xist.”

Eren, bal kişand ser tabloya giştî ya hilbijartinê û wiha bi dawî kir: “Salek berê partiya îqtîdarê di hilbijartina giştî û Serokkomariyê de serkeftinek bi dest xist. Lê salek şûnde me dît civakê û hilbijêran; ev siyaseta wê mahkum kir. Ji ber meseleyên aborî, siyasî û civakî hilbijêran ev siyaset ceza kir. Nîşan da ku li Tirkiyeyê hemû civak vê yekê dixwaze. Yanî dixwaze hemû meseleyên Tirkiyeyê yên aborî, siyasî û civakî bi rêya demokratîk û zelal çareser bike. Di vê hilbijartinê de hemû beşên civakê yên muxalif li pey daxwaza xwe çûn.  Divê îktîdar encama vê hilbijartinê baş bixwîne. Divê îktîdar encama vê hilbijartinê rast bixwîne û di serî de meseleya kurd û hemû meseleyên din di serî de meseleya kurd bi rêya demokratîk çareser bike. Divê îktîdar encama vê hilbijartinê ji bo xwe wekî mîllad bibîne. Vê hilbijartinê nîşan da ku hûn bi zext û tundiyê nikarin vî welatî bi rêve bibin. Bi vî rengî hûn nikarin siyasetê pêş bixin. Hilbijartinê pir zelal nîşan da ku civak vê feraseta ku li dijî xwe qebûl nake û naparêze.

Encama vê hilbijartinê ji bo me, hikûmetê û dewletê tabloyek nû da pêş me. Me dît ku civak encama hilbijartinên li dijî hiqûq û demokrasiyê qebûl nake û naparêze. Civakê careke din got ‘Yên bi hilbijartinê hatin dê bi hilbijartinê biçin’. Carek din nîşan da ku dê li vîna xwe xwedî derkevin.”