spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîlana Şoreşê

Dema ku bûyer tenê di çarçoveyeke îdealîst de bên nirxandin, wekî agirê çirûskê ji nişka ve bên birqandin û tefandin, ji yekalî ve bên dîtin û tenê ji yek alî ve bên nirxandin, ev tê wateya romantîzekirina bûyerê

Emma Goldman (1869–1940) yek ji anarşîst û proto-femînîstên herî navdar bû. Gotina “Eger ez nikaribim dans bikim, wê demê ez naxwazim bibim beşek ji şoreşa we.” Ku bi çend awayan tê bilêvkirin, bi wê tê dizanîn. Hin kes dibêjin ku di tu çavkaniyekê de ev agahî nîne. Lê mijara me ji Emma Goldmanê zêdetir ev gotine. Ev gotin jî bi gelek awayan tê şîrovekirin. Wateya wê ya herî zêde tê dizanîn, şoreşê wek çalakiyeke hestyarî pênasekirine ku divê têde dans jî bê kirin. Ev gotin di heman demê de bertekek li hemberî “bêhestyariya” şoreşgerên wê demê jî tê fêmkirin. Bêguman divê ev gotin û naveroka wê jî di çarçoveya dem û cihê xwe de were nirxandin. Ango destpêka dawiya sedsala 19‘emîn, pêşketina kapîtalîzmê û sosyalîzma wê demê.

Ev gotina sembolîk gelek caran ji hêla kesayet ve jî tê nirxandin: Dans (di mînaka me de dîlan) şahî, îfadeya kesayetî û zindîtiyê temsîl dike. Li gorî vê şoreşa ku van aliyên jiyana mirovan bisînor bike, yan bitepisîne ne di berjewendiya mirovan de ye. Ji ber vê yekê ger şoreş cihê îfade û şahiya kesayetî nede, bi rastî ne rizgarî ye û rizgariyê jî nayne. Li ser vê bingehê şoreş ne tenê navgînek veguhestina siyasî ye, di heman demê de rêyek ji bo azadbûna kesane û xwenaskirinê ye. Di vê wateyê de, ev gotin bîranînekê nîşan dide ku azadî û rizgariya rastîn divê ne tenê bi guhertinên siyasî ve were sînordarkirin, lê divê azadiya raman û derbirînê jî tê de hebe. Û bêguman ev gotin herî zêde di çarçoveya femînîzmê de tê bilêvkirin û ji hêla femînistan ve wek xeteke sor a şert û mercê tevlibûna şoreşê diyar dike. Di vir de jî “dans” wek sembola daxwaz, tevger û biryara jinan wek zayend û wek beşdarvanên pêvajoyên şoreşî tê pênasekirin.

Dibe ku ev gotin û wateyên ku lê tê birîn, wek îsyanek ji şoreşên destpêka sedsala 20’emîn derçûbin bêdîtin. Lê dema em mînakên li ser axa xwe binerin, wate berevajî vê derdikeve pêşberî me. Heta di qeydên dewletê de jî nivîsandî ye: Dîlan xwepêşandeneke şoreşgerî û bi bîrdozî ye. Kêm çalakî hene ku têde giyana kolektîf a dîlanê ya dema çalakiyan hebe. Ev awayê bihevrebûnê û hemhaliyê di heman demê de yek ji îfadeya bingehîn a hestyariyê ye. Lê her çiqas dîlan li vir di wateya sembolîk de bê bikaranîn jî mebest di vir de ne dîlan e, ji wê wêdetir hestyariya cihereng a pêvajoya şoreşê ye.

Hilbijartinên heremî yên Kurdistanê ji bo pênasekirina vê rewşê, ango bihevrebûna hestiyarî û şoreşgeriyê mînakên cur be cur derdixînin pêşberî me. Dema li Êlihê dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” tam di wateya xwe de hat qêrîn, dema dayika ji Colemêrgê bi kêfxweşî cixara xwe pêça û ket dîlanê, dema xaloyê li Şirnexê li rûyê leşkeran qêriya û pirsî “biaxive, tu ji ku derê yî?” Dema li Wanê ciwanê temen piçûk di nav lepên polîsan de bi rûkenî û rûgeşî ji kamerayan re dest hejand û dema ciwanê ji Wanê di dest te melkes diqêriya; “Şaredarî ya me ye, me xera kir, em ê ava bikin”, ew gotina Emma Goldmanê bi hemû giyan û wateyên xwe bi yek deng û yek awaz bû, hat jiyîn: Berxwedan jiyan e! Li Kurdistanê rexneya Goldmanê ji şoreşê re bi vê dirûşmê pûç dibe.

Lê xetereyek vê hestyariyê jî heye ku divê di vê çarçoveyê de bêşîrovekirin. Ew jî romantizekirina rastiya şoreşê ye. Dema ku bûyer tenê di çarçoveyeke îdealîst de bên nirxandin, wekî agirê çirûskê ji nişka ve bên birqandin û tefandin, ji yekalî ve bên dîtin û tenê ji yekalî ve bên nirxandin, ev tê wateya romantîzekirina bûyerê. Ev jî dihêle ku zehmetî, bar, encam û bandorên girîng, awayên cuda yên bûyeran tên paşçavkirin, nayên dîtin û tenê weke sehneyeke fîlmê tên temaşekirin û tunekirin. Ne naverok, lê bûyer û mirov tên nirxandin. Bêguman ev ji hêlekê ve mirovî ye, lê xala dîtinê teng dike. Divê mirov karibe bi perspektîfeke giştî, hem bi hestyarî û hem jî wateya pişt a wê hestyariyê bi awayekî realîst binirxîne. Ev jî dihêle ku mirov bi berpirsiyarî û empatî tevbigere. Wê demê hemû mînakên li jor hatin binavkirin, nabin mînakên ji îro heta sibê dê bên jibîrkirin. Berevajî vê dê bibin mînakên dîrokî ku bi rêya wan dê serdemek bê pênasekirin.