17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Gelek qeydên deng ên rayedarên din jî hene’

Wekî tê zanîn qeydiyên dengê serokê hikûmeta Iraqê yê berê Nûrî Malikî zêdeyî heftiyekê ye bala raya giştî ya Iraqê dikişîne û bûye sedema kûrbûna krîza siyasî ya berê li vî welatî di rewşeke xirab de ye.

Rojnameger  Alî Fadil, kesê ku qeydên dengê Nûrî Malikî weşandin di hevdîtineke xwe ya bi malpera El Erebî El Jadîd re behsa wan qeydiyên deng dike. Fadil di hevdîtinê de wiha dibêje: “Ev qeydiyên deng destpêkeke ji bo aşkerakirina nelirêtiyên rayedarên Iraqê û berpirsên siyasî ên ku ev welat wêran kirine.”

Malpera El Erebî El Jadîd xwe bi rêya telefonê gihandiye rojnameger Alî Fadil û hin pirsên xwe der barê van qeydiyên deng de jê pirsîne.

Alî Fadil di bersivan de dibêje ku qeydiyên deng ên li ber destê wî ne tenê yên Nûrî Malikî ne, qeydiyên dengê gelek siyasetmedar û berpirsiyarên din ên Iraqê li ber destê wî hene û dê yek bi yek ji araya giştî re werin aşkerakirin.

Hêjayî gotinê ye ku rojnameger Alî Fadil li Amerîkayê dijî û serokê rêxistina Amerîkî-Iraqî ya Têkoşîna li Dijî Gendeliyê ye.

Fadil di berdewamiya axaftina xwe de woiha dibêje: “Ev qeydiyên ku hatine belavkirin destpêkeke, di destê min de gelek qeydiyên din hene û ez ê wan belav bikim, da ku rûyê rast ê siyasetmedarên Iraqê ji gelê Iraqê re aşkera bikim. Di destê min de gelek qeydiyên deng ên siyasetmedarên din ku di asta Malikî de ne hene.”