2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên civîna sê alî ya li Tehranê

Piştî bidawîbûna hevdîtina sê alî ya di navbera serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê de ku di 19’ê tîrmeha 2022’yan de li Tehranê pêk hat, daxuyaniyeke hevbeş hate dayîn. Mijara sereke ya civînê rewşa Sûriyeyê bû.

Li gorî çapemeniya Îranê naveroka daxuyaniya hevbeş a civîna heyetên Îran, Tirkiye û Rûsyayê wiha ye:

  • Her sê serokan rewşa meydanî ya li Sûriyeyê nîqaş kirin û pêşketinên piştî civîna 2 tîrmeha 2020’î hatin bibîrxistin. Aliyan dubare girêdana xwe bi peymanên ku berê hatibûn kirin û teqezî li ser berdewamiya koordînasyona di navbera her sê aliyan de kirin. Bal kişandin ser pêşketinên dawî ên li cîhan û herêmê û rola sereke ya civînên Astanayê di lêgerîna çareseriyeke aştiyane de ji bo aloziya li Sûriyeyê.
  • Her sê aliyan girêdana xwe ya bi serweriya komara Sûriyeyê, yekitî û ewlehiya axa wê destnîşankirin. Dîsa girêdana xwe ya bi rêgez û peymanên Neteweyên Yekbûyî anîn ziman û gotin ku sedem çi dibe bila bibe, divê her kes rêzê nîşanî wan rêgez û peymanan bide.
  • Biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna li hemberî hemû rengên terorê dan xuyakirin û bal kişandin ser tevegrên komên terorîst ên bi navên cuda li gelek deverên Sûriyeyê di nava çalakiyan de ne. Bal kişandin ser êrîşên çekdaran ku di encama wê de xelkên sivîl tên kuştin. Her wiha girêdana xwe ya bi kiryarên (gavên) ku dê li Bakurê Sûriyeyê werin kirin teqez dikin.
  • Di vê çarçoveyê de hemû hewldanên afirandina rewşeke nû ya bi hinceta têkoşîna li dijî terorê red dikin. Di nava wan de hewldanên derqanûnî yên avakirina pergaleke xwerêvebirinê jî hene. Her sê alî dê li hember hemû hewldanên cudaxwaziyê ên ku dixwazin serwerî û ewlekariya Sûriyeyê lewaz bikin, rawestin. Gefên li dijî ewlekariya welatên cîran red dikin.
  • Rewşa Bakurê Sûriyeyê nîqaş kirin. Teqez kirin ku bêyî serwerî û ewlekariya axa welat ne mumkun e ku ewlekarî û aramî li vê herêmê pêk were. Her wiha bikaranîn, veguhestin û firotina petrola Sûriyeyê ya neqanûnî red dikin, ji bo ew petrol malê hemû Sûriyeyê ye.
  • Teqezî li ser biryadariya xwe ya berdewamiya hevkariya ji bo têkoşîna li dijî hemû kes, kom û rêxistinên terorîst anîn ziman û banga parastina ewlehiya sivîlan ya li gorî qanûnên navnetewî yên mirovî kirin.
  • Rewşa Idlibê hate nîqaşkirin û banga parastina rewşa aştiyane kirin bi rêya pêkanîna hemû lihevkirinên ku di wî warî de hatine kirin. Metirsiyên xwe yên ji liv û tevgerên komên terorîst ên ku li derve û hundirê Idlibê jiyana sivîlan dixin nava talukeyê anîn ziman.
  • Her sê serokan nerihetiya xwe ya ji bo rewşa mirovî ya li Sûriyeyê û ferzkirina ambargoyên ne li gorî qanûnên navnetewî û peymanên Neteweyên Yekbûyî, anîn ziman. Di vê çarçoveyê de bang li civata navnetewî hate kirin û bi taybetî bang li Neteweyên yekbûyî û saziyên wê yên mirovî hate kirin ku alîkariyên mirovî bi rengekî şefaf ji hemû gelê Sûriyeyê re pêşkêş bikin.
  • Aliyan anî ziman ku aloziya Sûriyeyê bi rêyên leşkerî nayên çarserkirin, divê çareserî bi riya diyaloga Sûrî-sûrî û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û biryara wê ya hejmar 2254 de pêk were. Di vê çarçoveyê de bal dan ser civînên Astanayê û diyalogên li Sûçiyê.
  • Biryardariya xwe ya ji bo serbestberdana girtiyan û di vê çarçoveyê de bal birin ser rola lijneya ku bi vê armancê di civîna Astanayê de hatiye avakirin.
  • Mafê koçber û penaberan ên vegerê û piştgiriyê heye. Di vî warî de teqezî li ser vegera penaber a bi dilxwazî û bi rengekî ewle hate kirin. Divê di warê xizmetguzarî, tenduristî, perwerde û binesaziyê de alîkarî were kirin.
  • Êrîşên bênavber ên Israîlê li ser Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Ew êrîş wekî binpêkirina qanûn û peymanên navnetewî bi nav kirin.
  • Li Kêleka dosyaya Sûriyeyê teqezî li ser wê yekê kirin ku ev her sê welat di hemû warên siyasî û aborî de hevkariya xwe bi hevre zêde bikin.
  • Li ser wê yekê li hev kirin ku di çarçoveya civînên Astanyayê de, civîna xwe ya 19’emîn di dawiya sala 2022’yan de pêk bînin.
  • Dê civîneke sêalî di demeke nêz de li ser vexwendina serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn li Rûsyayê pêk were.
  • Erdogan û Putîn spasiya xwe ji bo serokê Îranê Ibrahîm Reîsî pêşkêş kirin ji bo mêvandariya wî ya li Tehranê.